ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wekîlê Îtalî: Konseya Ewropayê divê mudaxilî doza Ocalan bibe
Li Îtalyayê Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk-Çep Marco Grimaldi daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li Konseya Ewropayê kir ku mudaxilê doza Rêber Apo bibe. -
Rêber Apo ji rûspiyên eşîrên Ereb re name şand
Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur ragihand ku Rêber Apo ji bo rûsipî û serok eşîrên pêkhateya Ereb ên Sûriyeyê name şand. -
Profesor Eva IIIouz: Ocalan ne şer, aştî hilbijart
Profesora Civaknasiyê Eva IIIouz got, “Ocalan pêngaveke mezin ku taybetmendiya rêberên mezin in avêt. Li şûna şerê bêdawî, aştî hilbijart. Em hêvîdar in ku Ocalan ji bo serokên din ên li Rojhilata Navîn jî bibe îlham.” -
Hejmara şopînerên li ser hesabên medyayê ya rojnamevanan sûc hate hesibandin
Di îdîanameyê de hejmara şopîner û hesabên medyaya dîjîtal ku rojnamevan dişopînin sûc hat hesibandin. -
Girtiyên li girtîgehên bi tîpa bîran dibêjin ku ew bêriya dengê mirovan jî dikin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê diyar kir ku bandora xirab a girtîgehên bi tîpa bîrê ya li ser civak û muxalefetê, ji girtîgehên bi tîpa F hîn girantir e û vê giraniyê her ji niha ve dest pê kiriye. -
Bi ser Şaredariya Bayrampaşayê de hate girtin
Bi ser Şaredariya Bayrampaşa ya CHP’ê de hate girtin. Şaredar Hasan Mutlu hat binçavkirin û ji bo 46 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Lêgerîna li şaredariyê didome. -
Li nîvgirava Kamçatkayê erdhejek bi pileya 7.4 pêk hat
Li nîvgirava Kamçatkayê ya Rûsyayê erdhejek bi pileya 7.4 pêk hat. -
Şehîd Senar Garzan û rola wî ya di berxwedana Farqînê de
Tevî ku xwedî tecrûbeyên gerîlatiya salên dirêj nebû jî taktîkên hevrê Senar ên di berxwedanê de bûn sedem ku di demeke kurt de bibe fermandar. Heval Senar, fermandarekî xwedî van krîterên bilind bû. -
ROJEVA 13’YÊ ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin’
ANKA DER, bi daxwaza “Statû û Mafê Perwerdehiyê bi Kurdî” ji Kizilayê heta Wezareta Perwerdehiyê meşiya. Çalakvanan banga gava ewil a ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin kir. -
Banga girtina saziyên darbeye û destûreke nû hate kirin
Di salvegera 45’an a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û daxwaz hate kirin ku saziyên di serdema darbeyê de hatine avakirin werin girtin û destûreke nû ya demokratîk û li ser bingeha azadiyan were amadekirin. -
Karsaz: Divê pêvajo bi lez û rasteqîn bi encam bibe
Karsazên ku di civîna 9’emîn a Komîsyonê de axivîn, diyar kirin ku pêvajoyên pevçûnê zirarê dide aboriyê û anî kirin ku aştî û aramî ji bo pêşkeftina aborî pir girîng in. -
DBP û ÎHD: Zîhniyeta darbeyê dewam dike
Di daxuyaniyên ku bi boneya 45’emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan hatine dayîn de, hate diyarkirin ku encamên derbeyê hê jî berdewam dikin û divê pêşerojeke demokratîk were avakirin. -
HBDH: Kiryarên cûntayê bi awayekî qirêjtir dewam dikin
HBDH’ê bi boneya salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku kiryarên cûntayê bi awayekî qirêjtir berdewam dikin û got: ‘’Ev şerê topyekûn dikare bi têkoşîneke şoreşgerî ya yekbûyî were sekinandin.’’ -
Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyeke adil divê Abdullah Ocalan azad bibe
Muzîkjen û aktîvîstê Elman Konstantin Wecker bi peyamekê xwest, Rêber Apo azad bibe, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin û ji bo aştî, demokrasî û wekheviya li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke hevpar bê meşandin. -
Helebê merasîma ji bo bîranîna şehîdan
Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîma şehîd Ebdîn Hemo û Birûsk Heleb li dar xist. Di merasîmê de soza domandina têkoşîna şehîdan hat dubarekirin. -
Kampanya ‘Cihek ji bo Ocalan’ destpê dike
Kampanya Instagramê ku ji aliyê komek ji hunermendan a bi pêşengiya hunermendê Arjantînî Federico Racca destpê kiriye, qonaxa destpêkê ya meşa azadiyê ya di çarçoveya pêngavê de ye. -
ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Sepanên dijdemokratîk pêvajoyê jehrî dike
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di komîsyonê de axivî û got, "Gotin û kirinên we li hev nakin. Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê her kes bi berpirsiyarî tevbigerin." -
Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Aştiya mayînde xwe dispêre bingeha edaleta civakî
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di komîsyona meclisê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin de axivî û got, "Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, misogerkirina şert û mercên jiyanî yên mirovî ye." -
KESK: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi reformên demokratîk pêkan e
Hevserokên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwik-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê axivîn û diyar kirin ku ji bo çareserkirin pirsgirêka Kurd divê gavên aştiyane û demokratîk bên avêtin. -
Kurtulmuş: Erka komîsyonê ew e ku vê xebatê bigihîne encamê
Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku erka sereke ya komîsyonê ew e ku "vê xebatê di demek nêz de serûber bike û bigihîne encamê”. -
Rêxistinên mafên mirovan banga 'Mafê Hêviyê' kirin
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê di civîna çapemeniyê de bal kişandin ser binpêkirina "Mafê Hêviyê" û gotin, "Ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê were em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi lez û bez biryarên navneteweyî bi cih bîne." -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Serokê CHP’ê
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel. -
Ji bo doza Kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara red hat dayîn
3’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê ji bo doza betalkirina Kongreya CHP’ê ya Stenbolê, biryara red da.