Ji bo doza Kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara red hat dayîn
3’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê ji bo doza betalkirina Kongreya CHP’ê ya Stenbolê, biryara red da.
3’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê ji bo doza betalkirina Kongreya CHP’ê ya Stenbolê, biryara red da.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Gul Çîftçî piştî biryarê daxuyaniyek çapemeniyê da û got: "Eşkere bû ku Kongreya Stenbolê li gorî proseduran pêk hatiye û gumana sûcê tune ye. Biryara qayûm bi rengekî xwezayî betal bûye."
Serokwekîlê Koma CHP’ê ya Meclîsê Gokhan Gunadîn jî got: "Êdî bi awayekî hiqûqî biryara qeyûm rabûye.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî got, "Biryara tedbîrê yên ji bo seroktiyê hatine dayîn vala derketiye. Divê tavilê bê paşvekişandin."