Profesor Eva IIIouz: Ocalan ne şer, aştî hilbijart

Profesora Civaknasiyê Eva IIIouz got, “Ocalan pêngaveke mezin ku taybetmendiya rêberên mezin in avêt. Li şûna şerê bêdawî, aştî hilbijart. Em hêvîdar in ku Ocalan ji bo serokên din ên li Rojhilata Navîn jî bibe îlham.”

Piştgiriya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê ya Rêber Apo didomin. Profesora civaknasiyê Eva IIIouz, têkildarî banga Rêber Apo nameya piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.

Eva IIIouz di nameya xwe de ev tişt gotin, “Biryara Ocalan a ji bo fesixkirina PKK’ê divê ji bo gelek şerên li herêmê bibe mînak û çavkaniya îlhamê. Bi taybetî ji bo şerê Îsraîl û Filistînê ku sedsala dawî Rojhilata Navîn di nava xwînê de hiştiye. Ocalan pêngaveke mezin ku taybetmendiya rêberên mezin in avêt. Li şûna şerê bêdawî, aştî hilbijart.

Aştî peyveke bedew û kûr e. Aştî ne tenê nebûna şer e; ew jiyan bixwe ye. Aştî derfetê dide zarok û mezinan ku siberoja xwe xeyal bikin. Têkoşîna jiyana rojane dikeve şûna êşê. Mirovan ji tarîtiya wêraniyê ber bi ronahiya plan û hêviyên wan ve dibe. Li şûna dijminatiyê, xwişk-biratiya mirovan cih digire. Şer jiyan, ziman û çandê xera dike. Lê aştî, wan ji nû ve ava dike, mezin dike û xwedî dike.

Em hêvîdar in ku Ocalan ji bo serokên din ên li Rojhilata Navîn jî bibe îlham. Em hêvî dikin ku dengê wî bigihêje her deverê. Ew ê wekî rêberekî ku bi rastî ji gelê xwe hez dike were bibîranîn.”