Banga girtina saziyên darbeye û destûreke nû hate kirin

Di salvegera 45’an a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û daxwaz hate kirin ku saziyên di serdema darbeyê de hatine avakirin werin girtin û destûreke nû ya demokratîk û li ser bingeha azadiyan were amadekirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ve li ber avahiya berê ya TRT’ê hate dayin, DBP, DEN Partî, DÎSK, Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Kedê û Dayikên Şemiyê beşdar bûn. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Jiyan Tosun bal kişand ser wê yekê ku darbeyê bi êşkence, darvekirin û windakirinê re pirsgirêka Kurd kûrtir kiriye.

Jiyan Tosun diyar kir ku tevî biryara fesixkirina PKK’ê jî, dewletê nêzîkatiya xwe ya ewlekariyê domandiye û got, divê pirsgirêka Kurd di bin banê TBMM’ê de were çareserkirin. 

Di daxuyaniyan de daxwaz hate kirin ku Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê bibe Muzeya Bîrê, aqûbeta windahiyan bên zelalkirin, sûcên darbeyê bên darizandin û dadwerî bên pêkanîn.

Jiyan Tosun ji bo pêşîgirtina li darbeyan gavên pêwîst wisa rêz kir:

• Divê hesab ji darbekaran were pirsîn, saziyên darbeyê bên girtin û zagonên ku bûne sedema binpêkirina mafan bi hemû encamên xwe ve ji holê werin rakirin.

• Divê darbekar û sûcên di dema darbeyê de hatine kirin bên cezakirin, zirarên ku ji ber darbeyê derketine holê bên pêşwazîkirin û dadweriya sazkirî pêk were.  

• Maf û azadiyan li gorî pîvanên gerdûnî bên berfirehkirin û ji zordariyê were rizgarkirin, destûreke nû ya demokratîk a li ser bingeha azadiyan were çêkirin.

Li Taksîmê di çalakiya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa 78’an de hate lidarxistin de, dirûşma “Darbekar bên darizandin” hate berzkirin. Berdevka TJA’yê Sebahat Tuncel, sepandina qeyûman weke “siyaseta darbeyê” bi nav kir.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê di daxuyaniyan de hate gotin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde şert e.

Piştî daxuyaniyê serdana gora Ferhat Kurtay ê ji “Çaran” ên ku li Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê bedena xwe dabûn ber agir û bûn dîrok hate kirin. Xwişka Ferhat Kurtay Rabia Kurtay got: “Ez li ber şehîdan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Heke ew nebana ez îro li vir nedibûm. Wan nikarîbûn me tine bikin û wê nikarin me tine bikin.

HATAY

Şaxên ÎHD’ê yên Îskenderûn û Hatayê jî bi hemdemî daxuyanî dan. Di axaftinên ku hatin kirin de hate gotin ku divê hesab ji darbekaran were pirsîn, saziyên darbeyê bên girtin û zagonên ku bûne sedema binpêkirina mafan bi hemû encamên xwe ve ji holê werin rakirin.