ROJANE
Hemû Nûçe
-
Fîlozofa femînîst a DYE'yê: Banga Abdullah Ocalan bi rastî jî bandor li min kir
Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino nameyek ji DEM Partiyê re şand, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û destnîşan kir ku vê bangê bi rastî jî bandor lê kiriye. -
Ercan Kanar: Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî divê ji qanûnê bê derxistin
Parêzer Ercan Kanar anî ziman ku ‘mafê hêviyê’ divê li Destûra Bingehîn bê bicihkirin û got, “Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê heta mirinê divê bi temamî ji qanûnê bê derxistin.” -
Dr: Seevan Saeed: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî
Pisporê Polîtîkayên Rojhilata Navîn Doç. Dr. Seevan Saeed diyar kir ku PKK’ê bi roleke dîrokî lîst, têkoşîna heyî di çarçoveya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk dewam kir û pêvajoya aştiyê jî li ser vê zemîna îdeolojîk dikare pêk were. -
ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rewşenbîrên Sûriyeyî û Misrî xwestin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin
Hin rewşenbîrên Sûriyeyî û Misrî ragihandin ku beşdarî kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" bûne. -
Kesên ku êrîşî rojnamevan Hêmîn Mamed kirin hatin girtin
Dezgeha Asayîşa Silêmaniyê kesên ku êrîşî rojnamevan Hêmin Mamed kirin, girt. Dezgehê diyar kir ku hewldana kuştinê plankirî û sûcek rêxistinkirî bû. -
‘Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibe, pêvajoya reformê were destpêkirin’
Xizmên girtiyan ji bo balê bikşînin ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, li pêşiya girtîgehê daxuyanî dan û xwestin Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin. -
Halîde Turkoglû: Em ê aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser banga Rêber Apo û got, "Ji bo Birêz Ocalan karibe di nava şert û mercên azad de kar bike em ê têkoşîna xwe mezin bikin û aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin." -
Berdana 3 girtiyan hate astengkirin
Li girtîgehên Antalyayê Mervan Demîrtaş cara 4'an, Mahmût Kaygan cara 4'an û Nûrşen Tekîn jî cara yekemîn berdana wan hate taloqkirin. -
Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya nû ji plan û bernameyeke stratejîk bêpar e û got, ev nêzîkatî hem di siyaseta navxweyî hem jî di nava hevsengiyên Rojhilata Navîn de rîskên gelekî cidî bi xwe re tîne. -
ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
CHP’ê serlêdana îtîraza qeyûmê kir
CHP’ê serlêdana îtîrazê li dadgehê kir ku Rêveberiya Bajêr a Stenbolê ya CHP’ê ji peywirê girt û qeyûm tayîn kir. -
Girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê wê dest bi greva birçîbûnê bikin
Parlementerê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn ragihand ku girtiyên li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a Dûmlû ya Erzîromê wê li dijî binpêkirinên mafan û kiryarên xirap ji roja Duşemê ve dest bi greva birçîbûnê bikin. -
6 girtî hatin berdan, tehliyeya 2 girtiyan hate taloqkirin
Têkildarî tehliyeya 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ku 30 sal in tên rehîngirtin û gelek caran tehliyeya wan dihat taloqkirin, biryara berdanê hate standin û tehliyeya 2 girtiyan jî hate taloqkirin. -
Bakirhan: Pirsgirêk bi heq û hiqûqê çareser dibin, ne bi gefxwarinê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li ber gefên li ser Kurdan bi taybetî jî yên li Rojava rabû û got, "Çareseriya pirsgirêkan bi diyaloga li ser bingeha heq û hiqûqê ye, ne bi gefên operasyonê." -
Baroya Amedê li hemberî jikardûrxistina rêveberiya bajêr a CHP’ê nerazîbûn xwe nîşan dan
Baroya Amedê jikardûrxistina demkî ya Serokê Stenbolê yê CHP’ê rêveberiya bajêr ya bi rêya biryara dadgehê weke ‘’dûrî hiqûqê’’ û ‘’li dijî hiqûqê’’ pênase kir. -
CHP’ê bang li serokên bajêr kir ku bên Stenbolê
Piştî dadgehê kongreya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê betal kir, CHP'ê bang li 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê. -
Li hemberî şaredariyên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
Li hemberî şaredariyên CHP'ê yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon hate kirin, di encamê de 7 kes hatin binçavkirin. -
Li Êlihê qeyûm bi alîkariya polîsan daran radike
Qeyûmê li Şaredariya Êlihê vê sibehê bi piştgiriya polîsan jinûve dest bi rakirina daran kir. -
ROJEVA 3’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo: Rojava xeta me ya sor e
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo di her fersendê de digot, "Rojava xeta min a sor e" û got, "Wêderkirina Kurdan û jiholêrakirina destkeftiyên wan qet fêdeyê nade Tirkiyeyê." -
DFG: Divê êrîşa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bê eşkerekirin
Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê êrîşa li hember rojnemevan Hêmin Mamend şermezar kir û xwest êrîşkar û hevkarên wan demildest werin eşkerekirin -
Bahçelî gefa êrîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
Devlet Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û got: “Eger li gor Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin tevnegere wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.” -
Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’: Di hefteyekî de 39 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ragihand hefteya borî 2 jê jin 39 kes hatine darvekirin, destnîşan kir ku darvekirin li dijî mafên mirovan e û balê kişand ser îradeya berxwedanê ku zêde dibe. -
Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
Di hilbijartina li Meclîsa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû.