Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
Di hilbijartina li Meclîsa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû.
Di hilbijartina li Meclîsa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû.
Piştî ku Serokê Meclîsa Giştî ya Bedlîsê yê AKP’ê Alî Akin jiyana xwe ji dest da, di hilbijartina îro de 24 endam deng dan.
Namzetên AKP û DEM Partiyê 12 deng stendin. Li gorî mewzûatê qurê kişandin û serokatiya nû ya meclîsê bû ya DEM Partiyê.
Li gorî vê, endamên DEM Partiyê Çetîn Gulmemz û Bêrîvan Canbey wekî hevserokên Meclîsa Giştî ya Bajêr dest bi erka xwe kirin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de AKP’ê li bajêr gelek leşker û polîsan wekî hilbijêr tomar kiribû û bi vî rengî serokatiya şaredariyê bi dest xistibû.