CHP’ê bang li serokên bajêr kir ku bên Stenbolê
Piştî dadgehê kongreya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê betal kir, CHP'ê bang li 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê.
Piştî dadgehê kongreya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê betal kir, CHP'ê bang li 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê.
Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 45'an a Stenbolê, duh Serokê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk û rêveberiya heyî ji peywirê girtibû û paşê Gursel Tekîn wekî qeyûm tayin kiribû.
Piştî biryarê MYK'ya CHP'ê bi awayekî awarte civiya.
Danê sibehê jî CHP'ê bang li serokên 81 bajaran kir ku werin Stenbolê.