ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam êdî nema dikare derkeve hevdîtinan
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ji ber êşa xwe ya giran nema dikare derkeve hevdîtinên li girtîgehê. Li gorî agahiyan Çam nema dikare pêwîstiyeke xwe pêk bîne û hêviya xwe ya berdanê jî nemaye. -
Firat: Azadiya Rêber Apo yek ji esasên çareseriya demokratîk e
Seydî Firat diyar kir ku azadiya Rêber Apo yek ji esasên bingehîn ên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de wê bibe pîvana samîmiyeta dewletê. -
‘Rast nîne ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya ceza û efûkirinê de bê nîşandan’
Fatma Bostan Unsal got, rast nîne ku hikumet meseleya Kurd di çaçroveya efû û ceza de pêşkêşî civakê dike û destnîşan kir ku astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê ti carî nayê qebûlkirin. -
ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Baroya Wanê: Divê hemû ziman, çand û bawerî bi destûr û qanûnan bêne parastin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di Komîsyona, Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştgiriya Mîllî de axivî û got: “Divê ji bo hemwelatiyek wekhev, aştî û demokratîkbûnê, hemû ziman, çand û bawerî bi destûr û qanûnan bêne parastin.” -
Serokên baroyan pêşniyarên demokratîkbûna Tirkiyeyê kirin
Serokên baroyan di Komîsyona, Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştgiriya Mîllî de diyar kirin ku ji bo pêvajo bi zelalî bimeşe divê serxwebûna daraza û azadiya îfade û rêxistinbûnê bên misogerkirin. -
Baroya Amedê di Komîsyonê de: Destûra nû pêwîstiyek dîrokî ye
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç, di axaftina xwe ya li komîsyonê de, ji serbestberdana girtiyên siyasî heta mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ji rewşa girtiyên nexweş heta hewcedariya destûreke nû, gelek pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. -
Cenazeyê gerîlayê şehîd Botyan Amed birin Çewlîgê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Botyan Amed ku di sala 2019’an de li Dersimê şehî bûbû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin. -
Komîsyon ji bo zemîna qanûnî wê guhdarî serokên baroyan bike
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna komîsyonê de axivî û got, ew ê ji bo amadekirina zemîna qanûnî bi serokên baroyan re nîqaşan bikin. -
Rapora li ser çavdêriya merasîma şewitandina çekan û pêşniyarên ji bo çareseriyê
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk a gerîla raporek weşandin. -
Ji bo mitînga Kadikoyê bang hate kirin
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê diyar kir ku tekane rêya aramî û ewlehiya gelan aşiti ye û got: ‘’Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî em ê 31’ê Tebaxê roja Yekşemê di saet 15.00’an de li Kadikoyê bin.’’ -
‘Li dijî gefên li ser Rojava yekîtiya neteweyî û diyalog şert e’
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku Rojava ji bo hemû gelên cîhanê kombûneke enternasyonal e û destnîşan kir ku li dijî gefên li ser Rojava yekîtiya neteweyî û diyalog şert e. -
Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin û got, “Eger dewlet bi rastî jî ji dil be divê daxwaza girtiyên nexweş bi cih bîne.” -
‘Naskirina mafên Kurdan wê azadiya karkeran mezin bike’
Ji Dev-Yapi Îş’ê Nîhat Demîr anî ziman ku naskirina azadiya gelê Kurd û aştiyek li ser bingeha welatîbûna wekhev wê azadiya karkeran jî mezin bike. -
ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê em dengê xwe bilind bikin
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê bi nêzîkbûna 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re daxuyanî da û got: “Dem hatiye ku em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û mezintir bikin.” -
Girtî Mehmet Dayangeç: Ewehiya canê min nîne!
Mehmet Dayangaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê rastî êrîşa 20 gardiyanan hatiye û banga lêkolînê li rayedaran kir. -
Ayşegul Dogan: Divê Komîsyona Meclîsê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên Rêber Apo werin başkirin û komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bîne. -
Li Girtîgeha Kirşehîr zext û gef zêde bûn
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê ragihandin ku gardiyan di nava provokasyonan de ne û mafên wan ên jiyanî tên binpêkirin. -
Şaxê Dersimê yê ÎHD'ê: Divê bendên kontrolê bêne rakirin
Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildlarî bendên kontrola GBT ên li bajêr daxuyaniyek da û xwest, dawî li vê yekê bê anîn. -
Parêzerê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin
Nûsret Yilmaz ê parêzerê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) û namzedê serokkomariyê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû ku li Girtîgeha Marmara a Sîlîvriyê girtî ye û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû vê siharê hate binçavkirin. -
Heyeta DEM Partiyê wê roja Pêncşemê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê roja Pêncşemê biçe Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
‘Em ji têkoşîna xwe poşman nînin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin’
Şirîne Çîçek a ku di salên 1990’an de gundê wan hate şewitandin, leşkeran xwest keça wê bişewitînin û hevjînê wê 23 sal in girtî ye. Çîçek diyar kir ku ew ji têkoşîna xwe poşman nînin û ew aştiyeke bi rûmet dixwazin. -
ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Erdogan têkildarî pêvajoyê daxuyanî da: Em ketine qonaxa dawî
Serokkomar Tayyîp Erdogan li Xelatê têkildarî pêvajoyê daxuyanî da û got, "Em ketine qonaxa dawî. Hinekî din sebir bikin, em ê vê qonaxê derbas bibin."