Cenazeyê gerîlayê şehîd Botyan Amed birin Çewlîgê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Botyan Amed ku di sala 2019’an de li Dersimê şehî bûbû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê Berat Nazlican (Botyan Amed) ji goristana bajêr a Meletiyê hate girtin û ber bi navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê ve hate birin.

Cenazeyê Botyan Amed, piştî serlêdanên MEBYA-DER û malbata wî bi temambûna kar û barên dozgerî û edliyeyê ji goristana bêkasan hate wergirtin.

Hate diyarkirin ku cenazeyê şehîd Botyan Amed li gundê Botyan a Dara Hênî were veşartin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) ragihandibû ku Botyan Amed 23’yê Tebaxa 2019’an li Dersimê şehîd bû.