Şaxê Dersimê yê ÎHD'ê: Divê bendên kontrolê bêne rakirin
Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildlarî bendên kontrola GBT ên li bajêr daxuyaniyek da û xwest, dawî li vê yekê bê anîn.
Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildlarî bendên kontrola GBT ên li bajêr daxuyaniyek da û xwest, dawî li vê yekê bê anîn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji pêşiya navenda bajêr heta bi rêyên navçeyan, ji derbasbûna bi ferîbotê ya Xarpêt-Dersimê heta bi nava taxan, li her derê bendên kontrolê hene û ev yek bandoreke neyînî li jiyana sivîl dike.
ÎHD'ê diyar kir ku mirov dema li mala xwe vedigerin gelek caran li kontrola nasnameyê rast tên û ev yek tê wateya krîmînalîzekirina jiyana sivîl.
ÎHD'ê ev daxwaz kir:
"- Ji navenda bajêr heta bi taxan bendên kontrolê bêne rakirin
- Dawî li wê nêzîkatiyê bê anîn ku welatî weke sûcdarên gengaz têne dîtin
- Di çalakiyên girseyî de dawî li girtina rê bê anîn
- Mafê azadiya ger û geştê û mafê jiyana taybet bê ewlekirin
- Dawî li kiryarên ku jiyana civakî mîlîtarîze dikin, bê anîn."