Parêzer Ekîn Yeter: Divê Komîsyona Meclîsê biryara 'Mafê Hêviyê' bibîne

Hevseroka Giştî ya OHD'ê parêzer Ekîn Yeter biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û işaret bi banga di biryarê de kir. Ekîn Yeter ji Komîsyona Meclîsê xwest ku vê biryarê bibîne û tavilê gavê biavêje.

Biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo û 'Koma Gurban' li nava derdorên hiqûqî bû cihê nîqaşan.

Hevserokê Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter biryar nirxand û anî ziman ku bangên komîteyê yên li Tirkiyeyê girîng e, lê belê biryar ji aliyê kontrol û berpirsyariya bicihanînê ve kêm e.

DIVÊ KOMÎSYONA MECLÎSÊ VÊ BANGÊ BIBÎNE

Parêzer Ekîn Yeter weke gaveke girîng dît ku komîteyê işaret bi Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê kiriye û got, "Divê komîsyona meclîsê vê bangê bibîne û li gorî vê jî tavilê gavan biavêje."

TÊRKER NÎNE!

Hiqûqnas Ekîn Yeter her wiha anî ziman ku ew pêvajoya şopandinê ya komîteyê kêm dibîne û got, "Di biryarê de komîsyona li meclîsê hate destnîşankirin ku em vê girîng dibînin. Di mijara nêzîkatiya li hemberî bicihneanîna biryara mafê hêviyê de helwest erênî ye, lê belê ji aliyê pêvajoya kontrolê ya bi bandor ve têrker nîne. Em pêvajoya şopandinê ya komîteyê rexne dikin. Yanî komîteyê biryarek li gorî hişyariyên beriya niha kiribû biryarek neda."

HIŞYARKIRIN BI TENÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Parêzer Yeter anî ziman ku nayê qebûlkirin ku Komîteya Wezîran tenê qîma xwe bi hin hişyariyan bîne û got, "Xwedî wê berpirsyariyê ye ku ji bo bicihanîna biryarê tedbîrên têrker werbigire. Ev pêvajo siyasî ye, hîn nehatiye garantîkirin. Komîte ji bo bicihanîna biryara mafê hêviyê divê gavên hîn bi bandor û bicihanînê biavêje."