Jinên Meksîkayî ji bo 'Mafê Hêviyê' çalakî kirin
35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike.
35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike.
Jinên ku di çarçoveya pêngava Azadî ji Rêber Apo re beriya niha gelek kampanyayên îmzeyan lidar xistin, vê carê çalakiyeke hîn afirîner dan destpêkirin. Beşdaran hest û fikrên xwe yên li ser Rêber Apo bi gotinekê li kaxizekê nivîsîn û piştre jî ev gotin veguherandin helbesteke hevpar.
Jinan her wiha bi rêya qenalên ragihandinê yên tevgerên xwe, piştî nîvro bi daxwaznameyekê kampanya mailê dan destpêkirin.
Helbesta hevpar û daxwazname ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Meksîkayê, Konseya Ewropayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re tê şandin.
Êvara Sêşemê jî bi beşdariya derdorên cuda kampanya tê berfirehkirin.
Ji çalakgeran 3 jinan helbesta amadekirin bi dîmenekî parve kirin. Çalakî wê sibeha 17'ê Îlonê bi dawî bibe.
Daxwaznameya ku ji saziyên fermî re tê şandin bi vî rengî ye:
"Ji xaka ku weke Meksîkayê tê zanîn.
15'ê Îlona 2025
Ji Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re.
Weke jinên li Meskîkayê têdikoşin, ji bo mafê hêviyê ji lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê naskirin û bê berdan em ji we daxwazê dikin.
Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û ji bo Abdullah Ocalan ji gelê xwe re tevlî lêgerîna çareseriyeke wekhev û siyasî bibe divê azad bibe, lewma em bi vê helbestê dengê xwe digihînin we."