Roja Çapemeniya Azad hat pîrozkirin: Em xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniyê derdikevin

Bi pêşengiya MKG û DFG bi wesîleya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bername hate lidarxistin. Di bernameyê de îşaret bi rola Çapemeniya Azad, rola wê, berdêlên ku dane û astengî û zextên heta îro li ser hate kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li Konaxa Cemîl Paşa, di çarçoveya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azas de bernameyek hat lidarxistin. Bername bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKH) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat(DFG) pêk hat. Ligel rojmnameger û malbatan, malbata rojnameger Gulîtsan Tara, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan tevlî bûn.

Di bernameyê de sînevîzyonek ku mijara wê kedkarên çapemeniyê bû hat nîşan dan. Rojnamegerên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hat berzkirin.

‘WÊ PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEMÎNE’

  Ewil seroka MKG’ê Roza Metîna axivî û  rojnamegerên ku di riya heqîqetê de jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî. Roza Metîna got, “Têkoşînek mezin ji me re hiştin. Em hêza xwe ji wan û têkoşîna wan digirin. Em îro wan bi bîr tînin.”

 Roza Metîna bal kişand ser darbeya 12’ê îlonê û da xuyakirin ku hîna şopa wê didome û ev tişt anî ser ziman: “Hîna duh malpera rojnameya Yenî Yaşamê hat astengkirin. Em îro li vir in û li dijî zîhniyeta darbeyê ne. Em ê di riya heqîqetê de berdewam bikin. Hîna gelek hevalên me girtîne. Bila ev roj bibe wesîleya azadiya rojnamegeran û civaka demokratîk. Em soza xwe dubare dikin. Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. Em ê xwedî li bîranîna Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Egîd Roj, Nagîhan Akarsel û hevalên din derkevin.”

DFG: BERDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN

Hevseroka DFG’ê Kesîra Onal jî mafê axaftinê kir û wiha got:  “Em dizanin ku kokên çapemeniya azad ji ku derê tê û çi îfade dike. Pêvajoyeke ku her hevalek me bi jiyana xwe bedel daye. Em îro bi saya wan li vir in. Hevalên me di şertên giran de têkoşîn dan û bedel dan. Di vê pêvajoyê de em dixawzin girîngiya çapemeniya azad bînin ziman. Divê zextên li ser çapemeniya azad rabin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û da zanîn ku çapemeniya azad bîra gelê Kurd e û roja çapemeniya azad pîroz kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Dogan Hatun jî axaftinek kir û got li ku derê nûçeyek rast hebûye çapemeniya azad li wir bûye û got: “Bila roja we carek din pîroz be. Her tim azad bin.”

Piştî axaftinan hunermend Kasim Taşdogan derket ser dîkê.  Bername bi stran û govendê berdewam kir.