Li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat

Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê duh şev di saet 01.30’an de li rastî êrîşa çekdarî hat. Di encamê de tu kes birîndar nebû lê belê 7 gule li tabelaya buroyê ketin.

Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê welatiyê bi navê Îsa Can ve hatiye kirin û welatiyê Can aniye li pêşiya buroyê yê bi navê Îbrahîm Halîl Bîlal jî hatiye binçavkirin.

Rojnameyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş bes li dijî buroya wê nehatiye kirin di heman demê de êrîşeke li dijî mafê mafê ragihandin û azadiya çapemeniyê ye û ev yek hate gotin: ‘’Wê tu gef û zen nikaribin me bê deng bikin.’’

Li hemberî êrîşê wê îro di saet 19.00’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê were lidarxistin.