ROJANE
Hemû Nûçe
-
DBP, TJA, Yekîtiya Jinên Kurd û Baroya Amedê Qirkirina Êzidiyan şermezar kir
Meclisa Jinan a DBP, TJA, Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Baroya Amedê di salvegera 11’emîn de Qirkirina Êzidiyan şermezar kir û xwestin ku jenosîd were naskirin. -
KCDK-E: Hiqûqa Ewropayê mecbûr e ku rojnamevanan biparêze
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, binçavkirin û dersînorkirina rojnamevan Serkan Demîrel a ji Elmanyayê weke binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê nirxand û destnîşan kir ku hiqûqa Ewropayê neçar e rojnamevanên penaber biparêze. -
DEM Partî xwest Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
DEM Partiyê, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirkiyeyê kir Qirkirina Êzidiyan bê naskirin. -
Di medyaya dîjîtal de li hemberî zarokên Kurd hêrs tê birêxistin kirin
Di nîqaşa ku bi doza Mînguzzî re girêdayî zarokên tên sucdarkirin de, Parêzar Yasemîn Soydan anî ziman ku di medya dîjîtal de li hemberî zarokên Kurd hêrs tê birêxistin kirin. -
ROJEVA 3’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Komîsyon bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Komîsyon bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye. Divê erka vê komîsyonê pêçandina birînên berê be. Divê baweriya îro ava bike. Her wiha ji bo pêşerojê divê vîzyoneke hevpar diyar bike.” -
11 Rêxistin: Divê komkujiya Şengalê wekî jenosîd were naskirin
11 rêxistin, tor û kampanya ku ji bo Enfal û jenosîdê xebatê dimeşînin wiha gotin, “Divê fermana li Şengalê wekî jenosîdê were naskirin. Hêz û komên çekdar ên ku wê demê di parastina Şengalê de berpirs bûn, divê bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.” -
Xizmên windayan li 4 bajaran çalakî lidar xistin
Xizmên Windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin û qetilkirin, edalet xwestin. -
Divê girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku Resul Baltaci û Yildirim Demîr bên berdan. -
Kurdên li Rûsya û Sovyeta Berê Komkujiya 3’yê Tebaxê şermezar kirin
Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî, Otonomîya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê, Tevgera Jinên Kurd û Rêxistina Êzidxanê 11'emîn salvegera komkujîya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê şermezar kirin. -
Divê kujerên Murat Aslan bên darizandin
Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Aslan pirsîn ku sala 1994’an li navçeya Bajaranû ya Amedê ji aliyê polîsan ve bi Torosa Spî hate revandin. -
FEDA-DAKB: Me fermana 74’an ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin
FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ew ê her tim li cem gelê Êzidî bin û gotin, “Me fermana 74’an jibîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin.” -
Delîl Amed: Rizgarbûna Rojhilata Navîn girêdayî konfederalîzma demokratîk e
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Delîl Amed diyar kir ku tekane rizgarbûna ji şer, krîz û perçebûna li Rojhilata Navîn avakirina pergaleke konfederal a demokratîk e ku hemû kes bi nasnameya xwe tê nasîn û bi awayekî wekhev û azad dijî. -
KCK: Ewladên gelê Şengalê bi berxwedana xwe dîrokeke nû nivîsandin
KCK’ê qurbaniyên komkujiya ku di 3’yê Tebaxê de bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê re dest pê kir bibîr anîn û diyar kir ku dîrok ne tenê komkujiya 3’yê Tebaxê, di heman demê de berxwedana ku ewladên gelê Şengalê li hemberî vê êrîşa hovane nîşan dane, nivîsandiye. -
Li firoşxaneya Viadellerosê hem hat tacîzkirin û hem jî bi sûcdarkirinê ji kar hat derxistin
M. A ku li firoşxaneya Nîşantaşiyê ya Viadelleros ê hem hate tacîzkirin û hem jî bi sûcdarkirinê ji kar hate derxistin, wiha got, “Ev zîhniyet ji hesta me ya şermê hêzê digire. Ez ê bêdeng nemînim û netirsim.” -
Li Dersimê şerê taybet û êrîşên pir alî - I -
Amûra şerê taybet a dewleta Tirk, li hemû herêmên Dersimê tora xwe ya sîxûrkirinê li ser misogerkirina herikîna pereyan a birêkûpêk û dejenerekirina ciwanan xurt dike. -
ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
MHP: Înfazê cezayê yê girtiyên nexweş divê were taloqkirin
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ku ji bo girtiyên nexweş bang kir got, "Eger jiyana girtiyê nexweş xeteriyeke teqez bi xwe re bîne, divê înfaz heta ku baş bibe bê taloqkirin." -
Şaredariya Konakê komeleya ku perwerdeya Kurdî dide, mohr kir
Zabitayên Şaredariya Konakê, deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin. -
Derbarê kesên dar birîne na, derbarê rojnamevanê ku nûçe çêkiriye lêpirsîn
Derbarê rojnamevan Dilgeş Ruvanas ê ku li Şirnexê darên ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn nûçe çêkir, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Civîna destpêkê ya Komîsyonê di 5’ê Tebaxê de ye
Komîsyona ku wê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de were lidarxistin, wê civîna xwe ya destpêkê di 5’ê Tebaxê de pêk bîne. -
Çawîşê pispor ê ku Erdemê 5 salî kuşt, bê ceza ma!
Erdem Aşkan ê pênc salî, du salan beriya niha di encama qelibandina wesayita çawişê pispor Alper Kaan Polatkan de jiyana xwe ji dest da. Tevî îfadeyên şahidan, raporên mirinê û beyanên hevnegirtî yên kujer jî çawişê pispor bê ceza ma. -
Prof. Kîeser: Êdî Kurdên li Lozanê nînin, ew şêwe didin pêşerojê!
Prof. Kîeser diyar kir ku piştî 7’ê Cotmehê li herêmê guhertinên bi kok çêbûn û got, “Dibe ku Kurd şêwe bidin pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn. Êdî Kurdên li Lozanê nînin. Xwedî wê hêzê ne ku bi projeyên siyasî pêşengiyê ji demokrasiyê re bikin.” -
ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
CHP û TÎP’ê endamên ku wê beşdarî komîsyona Meclîsê bibin diyar kirin
CHP û TÎP'ê navên kesên ku wê beşdarî komîsyona ku li Meclîsê were avakirin bibin, diyar kirin.