Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

DBP, TJA, Yekîtiya Jinên Kurd û Baroya Amedê Qirkirina Êzidiyan şermezar kir

Meclisa Jinan a DBP, TJA, Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Baroya Amedê di salvegera 11’emîn de Qirkirina Êzidiyan şermezar kir û xwestin ku jenosîd were naskirin.

QIRKIRINA ÊZIDIYAN

TJA, DBP, Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur, Baroya Amedê bi boneya 11'emîn salvegera komkujiya Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyanî dan.

Di daxuyaniya TJA'yê de hat gotin êrîşa li ser Şengalê ne tenê planeke îmhayê ya berfireh a li dijî bawerî û nasnameya gelê Êzîdî ye lê di heman demê de li dijî xeta azadiya jinê ye ku li Rojhilata Navîn û siberoja wekhev, azad a gelan pêş dikeve. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Divê 3 'ê Tebaxê weke Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li dijî Kuştina Jinan û Qirkirinê bê qebûlkirin. Divê qetlîama Şengalê weke qirkirin û kuştina Îskender bê qebûlkirin û fail li pêşiya mekanîzmayên sûc ên navneteweyî bên darizandin."

DBP'ê da zanîn ku qetilkirina Dûrzî û Elewiyan berdewama komkujiya Êzidiyan e. Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur xwest statûya Şengalê were naskirin û Baroya Amedê jî bang li saziyên navneteweyî kir û daxwaza naskirina komkujiya Êzidiyan kir.