ROJANE
Hemû Nûçe
-
Migenda: Têkoşîna Ocalan a azadiyê bo me hemûyan e
Şandeyek Ewropayê ji 39 kesan pêk dihat ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re li Stenbolê serlêdan kiribû. Migenda yê Elmanî, diyar kir ku îxracata çekan bo Tirkiyê polîtîkayê şer gur dike û azadiya Rêber Apo weke sembola têkoşîna aştî û demokrasiyê bi nav kir. -
Lêpirsîna ÎBB’ê: Derbarê 25 kesan de biryara binçavkirinê
Di çarçoveya lêpirsîna ÎBB’ê de, derbarê 25 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. -
Mehmet Denîz Guzel ê tevî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
Mehmet Denîz Guzel ê ku 33 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî, înfaza wî hate şewitandin û berdana wî du carin tê paşxistin. Birayê wî Emîn Guzel diyar kir ku hiqûq tine ye û her tişt bi keyfî tê kirin. -
ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Ji Rêber Apo peyam: Tevlîbûna hemû beşên civakê ji bo pêvajoyê pêdiviyek jiyanî ye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir got, “Birêz Abdullah Ocalan got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.” -
Li Îranê 15 girtî di bin gefa darvekirinê de ne
Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê ragihand ku girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerife Muhammedi jî di nav de 15 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranî bi darvekirinê re rû bi rû ne û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî mudaxele bikin. -
Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin
Rêber Apo di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. -
Meha 163’yan a komkujiyê: Bila kujer bên dîtin
Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê di meha 163’yan a komkujiyê de daxuyanî da û xwest ku kujer bên darizandin. -
Ji hunermendan pêşniyara bi 8 maddeyî
Însiyatîfa Ji Bo Azadiyê Huner, di encamnameya “Forûma Aştiyê” de daxwaza bidawîkirina polîtîkayên tundiyê kirin û 8 pêşniyarî kirin. -
Ji bo girtiyê nexweş Kiskaç bang hate kirin
Parêzer Zozan Vargûn diyar kir ku girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç ji ber paşxaneya xwe ya Romanî rastî cihêkariyê tê û rewşa wê ya tenduristiyê giran e. -
Karkerên Belturê yên li ber xwe didin: Ji bo me karkeran maf, hiqûq û edalet tune ye!
Cîhan Yildiz ê ku ji aliyê Belturê ve bi koda 26’an ji kar hate derxistin, got: ‘’ Ji bo me karkeran maf, hiqûq û edalet tune ye’’ û rêvebirê Dev-Turîzmê Yildirim Salîh Înce jî Şêwirmendê Serokê ÎBB’ê Yîgît Ogûz Dûman weke navnîşana pirsgirêkan nîşan da. -
Bi dehan çîrok di pirtûkekê de ne: Şîn bi polîtîkaya bêcezatiyê wê bi dawî bibe!
Serdar Korucu yê ku bi pirtûka “Ev Şîn Xilas Nabe” bi malbetê kesên ku di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da hevdîtînan kir. Serdar Korucu got, “yê ku aşitiyê nîqaş bikin ev malbat in." -
ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Eren Keskîn: Eger yên şer dikin aştiyê dixwazin, wê demê dema aştiyê hatiye
Hevseroka Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn wiha got, “Eger herî zêde yên şer dikin aştiyê dixwazin, wê demê dema aştiyê hatiye.” -
Bakirhan: Pêvajoya aştiyê bi tevlîbûna civakî tê avakirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panela “Rewşenbîr û Hunermend Aştiyê Diaxivin” de axivî û got: “Pêvajoya aştiyê bi tevlîbûna civakî tên avakirin. Ên ku aştiyê ava bikin gel in.” -
Ramazan Vûral ê ku piştî 31 salan hate berdan bi awayek coş hate pêşwazî kirin
Girtiyê nexweş Ramazan Vûral ê ku ji girtîgêha Boluyê hate berdan, piştî 31 salan li Erdîşê bi coşekê mezin hate pêşwazî kirin. Vûral bal kişand ser pêvajoya aşitiyê û banga yekitiyê kir. -
Hevserokên Giştî yên DBP'ê serdana Veysî Aktaş kirin
Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir serdana Veysî Aktaş kirin. -
Hêzên Îranê kolberek din jî qetil kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberê bi navê Berzan Salihî yê xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin. -
Hejmara nû ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket
Hejmara nû ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi manşeta, “Bi ruhê hevrêtiya komunal, em ji bo avakirina komunan seferber bibin” derket. -
Bozan: Komîsyon divê li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd bisekine
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku çek encamek e û divê komisyona di bin banê TBMM’ê de tê avakirin, xebatên xwe li ser rakirina sedemên derketina pirsgirêka Kurd bimeşîne. -
Ji Geliyê Qiyametê hawara fermanan
Li ser axa Mezopotamyayê gund, çiya, newal, dar û lat navên xwe ji êş û kêfxweşiyên civakên ku li ser wî dijîn digire. Li ser van axan her gundek, her çiyayek, her newalek û her darek wek civaka xwe xwedî çîrokek biêş e. -
ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Dewleta Îranê dermankirina Werîşe Muradî asteng dike
Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku piştî ji Girtîgeha Evînê sewqî Girtîgha Qereçakê kirine, nayê dermankirin. -
Girtiyên nexweş divê bên berdan
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Murat Çalik, Sabahat Çetînkaya û Mehmet Edîb Taşar û daxwaza tehliyeya wan hate kirin. -
Li edliyeya Îranê êrîş: 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa li ser edliyeya li bajarê Zahîdan ê Îranê de, 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Rêxistina bi navê Ceyş El Edl êrîş girt ser xwe.