ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê meha Tîrmehê 71 kes hatin darvekirin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê meha Tîrmehê 71 kes hatine darvekirin. Tê gotin zextên tund li ya ser çalakvanên siyasî zêde bûye. -
Iraq wê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne
Iraqê biryar da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne. -
Bakirhan: Mijara esasî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Divê komîsyon ne tenê di nava hewldana çek danînê de be. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike.” -
Dewleta Îranê nivîskar Rezîta Recaî girt
Nivîskar Rezîta Recaî ku li bajarê Reşt ê Îranê dimîne hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Lakanê. -
Herêma Kurdistanê dahatên xwe yên ji bilî petrolê teslîmê Bexdayê kir
Li gorî lihevkirina dawî ya li Iraqê, Herêma Kurdistanê ji bilî petrolê ew ê dahatên xwe teslîmê Bexdayê bike. -
Ari: Di merasîma şewitandina çekan de dîrok û hêvî hebû
Alîkarê Serokê Komeleya Şêx Seîd Ramazan Ari ku tevlî merasîma şewitandina çekan a gerîla bû, atmosfera li wê derê weke nîşaneya êş, berxwedan û hêviyê pênase kir. -
Girtiyên siyasî li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Xarpêtê tên girtin li dijî êşkence û muameleya xirab 7 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. -
ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Îbrahîm Kalin bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çû serdana DEM Partiyê û bi Hevserok û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê re hrvdîtin kir. -
Halîde Turkoglû: Em ê Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin
Halîde Turkoglû: Em ê Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengiya jinê ava bikin. Li dijî êrîşên li ser mafên jinê, li dijî tundî, komkujî, kedxwarî û talankirina xwezayê em ê ti carî dest ji qadên xwe yên têkoşînê bernedin." -
Peymana petrolê ya Tirkiye û Iraqê bi dawî dibe
Peymana Xeta Petrolê ya Xam a navbera Tirkiye û Iraqê ku ji sala 1973'an û vir ve di meriyetê de ye, wê sala 2026'an bi dawî bibe. -
HBDH'ê Ûlaş Adali bi hurmet bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê endamê DKP û BOG'ê, kadroyê damezrîner ê HBDH'ê Ûlaş Adali bi hurmet bi bîr anî û got, "Em careke din dilsoziya xwe ya bi meşa xwe ya ber bi sosyalîzm û şoreşa yekbûyî dubare dikin." -
Berdana girtiyê 30 salan careke din hate taloqkirin
Berdana girtiyê 30 salan ê bi navê Sadik Hasan ku li girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Tekîrdahê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. -
‘Şoreşa Rojava ji bo cîhanê gaveke dîrokî ye’
Salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Qamişloyê bi coş hate pîrozkirin. Ji beşdaran Xerma Elî, Hesen Şero û Cewher Osman gotin, di nava atmosfereke ji krîzên giran de Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. -
Schweiger: Divê bi zexta navneteweyî piştgirî ji hewldana aştiyê ya Kurdan re bê dayin
Berdevkê federal ê Partiya Komunîst a Awûstûryayê Tobias Schweiger anî ziman ku gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo aştiyê bi fedakariyeke mezin hatiye avêtin û goti divê bi piştgiriyeke navneteweyî bersiv ji vê gavê re bê dayin. -
Kovara Jin ên Ciwan a Welatparêz bi mijara ‘Rêxistiniyê’ hate weşandin
Komara Jin ên Ciwan a Welatparêz di hejmara xwe ya Tîrmeh-Tebaxê de bi sernavê “Rêxistiniyê” tê weşandin. -
ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqereyê polîsan êrîşî meşê kir
Li Enqereyê polîsan êrîşî meşa ku ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê hat lidarxistin kir û gelek ciwan binçav kirin. -
Rêwiyên Xeyalan li Zurihê hatin bibîranîn
33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê hatin qetilkirin, li bajarê Zurihê ê Swîsreyê hatin bibîranîn. -
Bîranînên Rêwiyên Xeyalan: Em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna xeyalên wan mezin bikin
33 ciwanên ku di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li ser goristanên xwe hatin bibîranîn. Di bibîranînan de peyama “Xeyalên wan nîvco neman” hat dayîn. -
'Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin, têkoşîna me ya edaletê wê dewam bike'
33 ciwanên ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li cihê ku hatin kuştin bi banga 'Edalet ji bo Pirsûsê' hatin bîranîn. -
Li Dûîsbûrgê çalakiya 'Stranên ji bo Pirsûsê'
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF) di salvegera 10'emîn a Komkujiya pirsûsê de çalakiyek lidar xist û 33 ciwanên hatin qetilkirin, bi bîr anî. -
Saziyên Elewî: Hêzên kujer zû yan jî dereng wê hesab bidin
Yekîtiya Elewiyan a Demokratîk (DAB) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) di salvegera 10'emîn a Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek dan û banga edaletê dubare kirin. -
Tanhan: Gotina terorê divê bê terikandin
Kamûran Tanhan ê ji DEM Partiyê anî ziman ku gotin û pênase ne tenê pêvajoyê bi xwe, her wiha nêt û sekna aktoran jî radixe pêş çavan û got, “Gotina terorê ji aliyê nêt û cidiyetê ve gotina destpêkê ye ku divê bê terikandin.” -
‘Qanûnên entegrasyona demokratîk ji bo tespîtkirina pirsgirêkê reçeteyeke pêwîst e’
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak anî ziman ku pêvajoya heyî divê li nava çarçoveyeke qanûnî û demokratîk bê bicihkirin û got, qanûnên entegrasyona demokratîk ji bo tespîtkirina çavkaniya pirsgirêkê reçeteyeke pêwîst e.