Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Herêma Kurdistanê dahatên xwe yên ji bilî petrolê teslîmê Bexdayê kir

Li gorî lihevkirina dawî ya li Iraqê, Herêma Kurdistanê ji bilî petrolê ew ê dahatên xwe teslîmê Bexdayê bike.

Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku îro 120 milyar dînar ku dike ji sedî 50’yê dahata ya ji bilî petrolê, xistiye ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê.

Wezareta Darayî ya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku 120 milyar dînarên Iraqî yên ji dahatên ji bilî petrolê, li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê û qanûna budçeyê, bi pereyê naqd li hesabê Bankaya Navendî ya Şaxa Hewlêrê hatine razandin.