Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Îbrahîm Kalin bi DEM Partiyê re hevdîtin kir

Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çû serdana DEM Partiyê û bi Hevserok û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê re hrvdîtin kir.

SERDANÊN ÎBRAHÎM KALIN

Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî re hevdîtin kir.  

Civîn li odeya koma parlementoyê ya DEM Partiyê pêk hat û saetek û 7 deqeyan dom kir.

Di civînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş hatin kirin.

Serokê MÎT’ê Kalin serdana Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û koma AKP’ê ya Meclisê kir.

Îbrahîm Kalin wê sibê bi ÎYÎ Partî û roja Pêncşemê jî bi CHP’ê re hevdîtinê bike.