Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Kovara Jin ên Ciwan a Welatparêz bi mijara ‘Rêxistiniyê’ hate weşandin

Komara Jin ên Ciwan a Welatparêz di hejmara xwe ya Tîrmeh-Tebaxê de bi sernavê “Rêxistiniyê” tê weşandin.

Komara Jinên Ciwan a Welatparêz hejmara xwe ya Tîrmeh-Tebaxa 2025’an bi mijara ‘Rêxistiniyê’ weşand. Kovar bi dirûşma ‘Tu çiqasî bi rêxistin be, ewqasî jî heye’hate weşandin.

Di çarçoveya mijara rêxistiniyê de li ber ronahiya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo gelek nivîs, analîz û perspektîf pêşkêşî xwendevanên ciwan têne kirin. Di kovarê de ku giraniyê dide vê mijarê bi beşên weke Talîmata Rêbertî, Perspektîfa Jin ên Ciwan û Perspektîfa Zanîngehê ji bo manîfestoya jiyana azad a nû ji aliyê jin ên ciwan ve rast bê fêhmkirin û bicihanîn rê û rêbazan têne nîşandan.

Hin sernavên nivîsên di kovarê de hatin weşandin bi vî rengî ne:

“Jin û mêr yekemcar çawa li hev rast hatin?” -Talîmata Rêbertî

“Jin ên Ciwan wê bibin hêza esasî ya komunalîteyê” -Perspektîfa Jin ên Ciwan

“Em Zanîngehan bi Akademiyên Azad bi rêxistin bikin” -Perspektîfa Zanîngehê

Di kategoriya dosyayan a kovarê de rastiya têkoşînê ya 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê tê ragihandin. Her wiha qala jiyana yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan tê kirin.

Di kategoriya Jineolojiyê de nivîsa bi sernavê “Mejî û hezkirina gerdûnî, bi nêrîna jinê û komunan ji jinên ciwan ber bi deryayan diherikin” a Çîgdem Dogû, di kategoriya modernîteya kapîtalîst de nivîsa “Ev kujerê kastîk kî ye?”, di beşa Çand û Hunerê de nivîsa bi sernavê “Çanda berxwedana Zapê” hatin weşandin.

Kovar ji navnîşanên li jêrê dihate bê peydakirin.

Telegram: View @yurtsevergenckadin

Yurtsever Genç Kadın – Komalen Jinen Ciwan