Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî peyama Rêber Apo û şewitandina çekan a komek ji gerîla wê bêne şopandin.

Berdevkê federal ê Partiya Komunîst a Awûstûryayê Tobias Schweiger anî ziman ku gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo aştiyê bi fedakariyeke mezin hatiye avêtin û goti divê bi piştgiriyeke navneteweyî bersiv ji vê gavê re bê dayin.

Hevserokê KNK’ê Karamûs diyar kir ku gelê Kurd zêdeyî sed sal in bi zexta bêstatu û herêmî re rû bi rû ne û got, “Gelêw Kurd ku berpirsyariyeke xwe ya dîrokî heye, tenê bi xwedîderketina li yekîtiya xwe ya neteweyî dikare paşeroja xwe ewle bike.”

Salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Qamişloyê bi coş hate pîrozkirin. Ji beşdaran Xerma Elî, Hesen Şero û Cewher Osman gotin, di nava atmosfereke ji krîzên giran de Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

‘Meşa Dirêj’ a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku her sal bi kevneşopî tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ‘ Meşa Azadî û Demokrasiyê di 9-13’ê Îlonê de li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê tê lidarxistin.

Hin nav nayên gotin, têne hilgirtin. Hin awaz nayên bihîstin, têne jiyîn. Dengê Hozan Serhed jî dengekî bi vî rnegî ye: ne li gorê, lê li çiyê, ji çiyê jî ber bi hişê mirovan hatiye veşartin. Nivîsa Amed Dîcle.

Komara Jin ên Ciwan a Welatparêz di hejmara xwe ya Tîrmeh-Tebaxê de bi sernavê “Rêxistiniyê” tê weşandin.