Dewleta Îranê nivîskar Rezîta Recaî girt
Nivîskar Rezîta Recaî ku li bajarê Reşt ê Îranê dimîne hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Lakanê.
Nivîskar Rezîta Recaî ku li bajarê Reşt ê Îranê dimîne hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Lakanê.
Li gorî Platforma Mafên Jinan, bang li Rezîta Recaî kirine ku bê dozgeriyê û derbarê 'sûcên wê' de ew agahdar kirine. Dozger Alî Riza Bahşîpur ku lêpirsînê dimeşînê, piştî sûcdariyan biryara kefaleta 500 milyon tumen da. Lê belê tevî ku malbata wê di heman rojê de pereyê kefaletê razand jî, dadgehê ev qebûl nekir.
Dozgeriyê piştî du rojan agahî da malbatê, diyar kir ku heta şaxa dadgehê dem diyar neke wê Rezîta Recaî girtî bimîne û kefaletê jî di dema lêpirsînê de qebûl nakin.
Di nava îdîayên ku Rezîta Recaî pê tê sûcdarkirin de, ‘Propagandeya li dijî rejîmê’, ‘Belavkirina nûçeyên derew’, ‘Di qadên civakî de gera bê hîzar’ û ‘Agahiyên lêpirsîna destpêkê ya dozger îfşa kiriye’ cih digrin. Hate zanîn ku Rezîta Recaî niha li girtîgeha Lakan a li Reştê tê girtin.
Nivîskar Rezîta Recaî berê jî di Mijdara 2023’an de hatibû binçavkirin û ji aliyê 3’yemîn Şaxa Dadageha Şoreşê ya Reştê ve 4 sal û 1 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Hate ragihandin ku ev ceza hê nehatiye înfazkirin.