ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bîlekçî ku berdana wî du caran hatibû taloqkirin, hat berdan
Hakan Bîlekçî yê ku berdana wî bi sedemên kêfî du caran hatibû taloqkirin, piştî 10 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê derket. -
Xizmên windayan li 4 bajaran li hev civiyan
Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve li 4 bajaran hatin lidarxistin de ji bo Recep Îkîncîsoy, Çetîn Abayay, Ayten Ozturk û 33 kesên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin edalet hat xwestin. -
Gelek kes çûn serdana konên sersaxiyê yên şehîdan
Gelek kesan çûn serdana konên sersaxiyê yên gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên QSD’ê yên di demên cuda de şehîd bûne. -
Li Îranê 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
Li girtîgeha Sine 3 aktîvîstên Kurd dijî binpêkirinên mafên mirovan, 4 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn
Dayikên Şemiyê daxwaz kirin ku faîlên Hasan Gulunay bên cezakirin ku beriya 33 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin. -
Prof. Warren Montag: Tevgera Kurd, fikra azadiya kolektîf ji nû ve ava dike
Yek ji bîrewerê felsefeya modern Warren Montag got: ‘’Fikrên ku li dora aşitî û civaka demokratîk teşe digirin, bes ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhan û Rojhilata Navîn alternatîfeke hêvîdêr e.’’ -
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Pêncewînê balafira bêmirov li motosîkletekî xist. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû. -
Bayik: Divê binesaziya ku têkoşîna çekdarî derxistî holê, tune bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik daxuyand ku dewleta Tirk piştî banga Rêber Apo hîn ti gav neavêtiye û got, "Eger binesaziya ku têkoşîna çekdarî derxistî holê tune nekin, PKK wê çek berde, lê sibe yekê din wê çek bigire." -
Eren: Divê komîsyon berfireh û beşdar be
Têkildarî avakirina komîsyona li Meclîsê pêngavên şênber tên avêtin, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku divê komîsyon berfireh û beşdar be. -
Li girtîgehan bêhiqûqî didome!
Selîm Yildirim ku birayê girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim e, nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiyên li girtîgehan da û got, “Tevgerîna li gorî ruhê pêvajoyê nîne. Dewlet heta ku hiqûqa dijmintiyê bi dawî neke, holeke baweriyê nikare ava bike.” -
KCK’ê salvegera 13’an a Şoreşa Rojava pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, şoreş ji bo tevahiya Sûriyeyê jî modela çareseriyê ya herî rast e. -
ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin
Rêxistinên mafên mirovan û baro bertek nîşanî êşkenceya gardiyanên Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê ya li girtî Omer Cuma Salih kirin, dan û xwestin derbarê berpirsan de lêpirsîna lezgîn were vekirin. -
Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û avaniyên sivîl ên cuda, li taxên cuda ên navçeya Xinûs a Erziromê, navçeya Elbak a Wanê û Amedê hevdîtinên gel û jinan hatin lidarxistin. Di hevdîtinan de çareseriya demokratîk, banga aştiyê û daxwazên herêmî derketin pêş. -
KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 13 saliya Şoreşa Rojava silav kir û got: ‘’Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de ji Kobaniyê dengê şoreşê bilind bû, çirûska Şoreşa Rojavaya Kurdistanê çeqiya û roj bi roj geş bû.’’ -
Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn
Ji bo girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin, biryara berdanê hat dayîn. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin
Navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû, li kolanek a taxa Erxevanê yê Meletiyê hat kirin. -
6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn
Delal Akyuz ê ku yek ji wan rojnamevanan e ku karê wan weke hincet hatiye nîşandan û derheqê wî de doz hatiye vekirin, bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hate birîn. -
Gultan Kişanak: Divê pêvajo neyê sistkirin, pêwîste gav werin avêtin
Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û sererastkirinên yasayî û hiqûqî pêngav werin avêtin. -
Nûnerên partiyan ji bo avakirina komîsyonê li hev kom bûn
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin li hev kom bûn. -
Kalkan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin
Dûran Kalkan got, gerîla amade ye ku eger pêşî lê bê vekirin wê têkoşîna siyasî ya demokratîk bi rengê herî xurt bimeşîne û destnîşan kir ku qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê divê bêne derxistin. -
KNK’ê ji bo meşa li Lozanê bang kir: Statukoya Lozanê hildiweşe
Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku statukoya Sykes-Picot û Lozanê êdî hildiweşe, nexşeya Rojhilata Navîn diguhere û ji bo meş û mîtînga 26’ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê li Lozanê bê lidarxistin. -
Dayika Aştiyê Dag: Yekane daxwaza me aştiyeke bi rûmet e
Ji dayikên Aştiyê Gulsum Dag got, “Em heta dawiyê ji Rêberê xwe bawer dikin” û diyar kir ku yekane daxwaza wê aştiyeke bi rûmet e.