Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim, Salîha Saltik xwişka Veysî Aktaş, Erol Atabey birayê Ergîn Atabey, Mûstafa Bayhan birayê Zekî Bayhan û Selahattîn Yamalak birayê Mahmût Yamalak daxwaza hevdîtinê kirin.
Girtiyên li Îmraliyê herî dawî 7'ê Tîrmehê di çarçoveya hevdîtina malbatê de xizmên xwe dîtibûn. Rêber Apo jî di vê çarçoveyê de birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlûm Dînç dîtibû.