ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bafil Talebanî: Biryara gerîla ya destpêkirina serdemekî nû gavekî dîrokî ye
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî destnîşan kir ku biryara gerîla ji bo destpêkirina serdemekî nû ya bi rêya diyalog û aştiyê, gavekî dîrokî ye û bilêv kir ku ev yek rasterast bandor li ser aramiya Herêma Kurdistanê bike. -
Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
Serokkomarê AKP’yî Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê wiha got, “Ez hêvî dikim ku di rêya ber bi armanca me ve diçe de gava girîng a îro hate avêtin bibe wesîleya xêrê.” -
Midûrê Karên Nivîsê yê Lemanê li balafirgehê hate binçavkirin
Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr di çarçoveya lêpirsîna didome de li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. -
Ozel: Aştiyeke tam bi edalet û demokrasiyê re pêkan e
Serokê CHP’ê Ozgûr Ozel, derheqê merasîma çek şewitandina PKK’ê de wek “hêvî dide” pênase kir û got, “Li Tirkiyeyê ji bo avakirina aşitiyek tam, bi sazkirina edalet û demokrasiyê re pêkan e.” -
Çavdêra EHP’ê: Gaveke girîng e, em bi kelecan bûn
Nehîr Sevîm a ku di nava şandeya Partiya Tevgera Kedê (EHP) de beşdarî merasîma ku komeke PKK’î li Silêmaniyê çekên xwe îmhakirin bû, anî ziman ku ev gaveke girîng e û got, "Em bi kelecan bûn." -
Kurtulmuş piştî çekberdanê axivî: Em hatin dawiya xebatên xwe yên têkildarî komîsyonê
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî merasîma îmhaya çekan ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da û wiha got, “Em hatin dawiya xebatên xwe yên têkildarî komîsyonê.” -
Mûrat Çalik ê ku anjiyo lê hate kirin dubare şandin girtîgehê
Serokê Şaredariya Beylîkduziyê Mûrat Çalik ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Kiriklarê tê girtin, duh anjiyo lê hate kirin û ew dubare şandin girtîgehê. -
Merasîma PKK'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi baldarî hate şopandin
Merasîma îmhakirina çekan a 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' ku li ser banga Rêber Apo hate kirin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi baldarî hate şopandin. -
Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hatiye derbaskirin
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, piştî merasîma şewitandina çekan a koma PKK’ê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo gihîştina armancê qonaxa krîtîk hatiye derbaskirin. -
Bahçelî: Rêberê damezrîner ê PKK'ê soza xwe bi cih anî
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî piştî mrasîma îmhakirina çekan a PKK'ê diyar kir ku Rêber Apo soza xwe bi cih aniye û got, "Bi rastî jî hem ji bo Tirkiyeya me hem jî ji bo herêma me rojên zêde girîng e." -
‘Dîmenê piştî 26 salan ji bo gelan bû çavkaniya berxwedêriyê’
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku banga Rêber Apo ya bi dîmen ji bo gelan bûye çavkaniya berxwedêriyê û anî ziman ku pêvajo yekalî nameşe û divê dewlet pêngavên cidî biavêje. -
Ciwanan ji Amarayê temaşeyî Rêber Apo kirin, azadiya wî xwestin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Amarayê ji bo temaşekirina peyama Rêber Apo ya bi dîmen a 9’ê Tîrmehê, hatin ba hev. -
Akay: Karê sereke yê sosyalîstan pêkanîna avakirina civaka demokratîk e
Soydan Akay diyar kir ku hebûna civakî xwedî giraniyeke sosyalîst e û destnîşan kir ku di bingeha avakirina civaka demokratîk de jî rêxistinbûn heye. -
Girtiyên ji doza PKK’ê: Roj ji Kurdistanê jinûve hilat
Banga dîrokî ya Rêber Apo li zindanan jî bi coş hate pêşwazîkirin. Girtiyên ji doza PKK’ê yên li zindanan ev kêliya bi coş bi gotina ‘Roj ji Kurdistanê jinûve hilat’ pênase kirin. -
ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin
Şandeya ber bi Silêmaniyê ve bi rê ket derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Şande ji aliyê Waliyê Duhokê û endamên parlamentoyê ve hate pêşwazîkirin. -
150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin
Şandeya ku li ser ji bo tevlî merasîma çekberdanê ya PKK’ê bibin bi rê ketin, li Cizîrê bi tilîlî û peyamên aştiyê hatin verêkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Ev xalekî werçerxê ya dîrokî ye.” -
Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan
Hamza Yunaçti ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê 30 salên xwe temam kir, hate berdan. -
Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin
Ji bo gerîlayê PKK’ê Abdullah Okur PKK’î ku di sala 1997’an de li Dersimê şehîd bibû, li Wanê şîn hate danîn û bi sedan kes serdanê şînê kir. -
Di meha 117'an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê
Di meha 117'an a Komkujiya 10'ê Cotmehê de ya li Gar a Enqereyê hate kirin, 104 kesên hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!
Parlamenter li ser peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk bi vê peyamê re bêhtir şênber bû." -
'Ew, ji bo gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê'
Koma Hevrayê banga bîmen a Rêber Apo nirxand û got: ‘’Ew, bi rastî jî bi hemû pêngavên xwe di serî de Kurdistan ji bo gelên gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê. Cîhan û Rojhilata Navîn ronî dike û mizgîniyên mezin dide gelan.’’ -
Ozturk: Daxuyanî wê rê li ber pêvajoyê veke
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk banga Rêber Apo ya nû nirxand û anî ziman ku bang wê rê li ber pêvajoyê veke û gelekî girîng e. -
'Pêwîstiya demokrasiya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye'
Sezaî Temellî, behsa operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê kir û got, "Demokratîkbûna Tirkiyeyê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkûn e; yek bêyî ya din çênabe." -
'Me ji bang û dîmenê Rêber Apo hêzeke mezin girt'
Kurdên li bajarê Stenbolê anîn ziman ku ew bi dîtina dîmenên Rêber Apo û banga nû gelekî kêfxweş in.