Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

Serokkomarê AKP’yî Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê wiha got, “Ez hêvî dikim ku di rêya ber bi armanca me ve diçe de gava girîng a îro hate avêtin bibe wesîleya xêrê.”

Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek da.

Erdogan wiha got: “Ez hêvî dikim ku gava girîng a îro hate avêtin bibe wesîleya xêrê. Di vê rêyê de ku em ji bo ewlehiya welatê xwe, aramiya gelê xwe û avakirina aştiyeke mayînde ya li herêmê me dimeşînin, Xwedê bike nesîb ku em bigihijin armancên xwe.”