ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Levent Tuzel diyar kir ku divê civak xwedî li hewldana aştiyê ya Sirri Sureyya Onder derkeve û got, "Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e ji bo Sirri." -
ROJEVA 16'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate ragihandin li gelek bajaran hatin bibîranîn. -
Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû. -
Mehmet Şîrîn Tekmenûray, piştî 32 sal hat berdan
Mehmet Şîrîn Tekmenûray ê ku 32 sal li girtîgehên dewleta Tirk hat dîlgirtin, ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hat berdan. -
Li girtîgehê girtiyê nexweş Çetîn Tutkun hat derbkirin
Girtiyê nexweş Çetîn Tutkun 9’ê Gulanê sewqî Girtîgeha Kartepeyê hate kirin. Tutkun, di têketina girtîgehê de li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derket û hate derbkirin û rapora derbkirinê jê re nehat dayîn. -
Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn
Merasîma bîranînê ya ji bo her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tûzlûçayirê tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyan de berdewam dike. Merasîma bîranînê li mala Riza Altûn tê lidarxistin. -
Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê
Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi daxwaza girtina girtîgehên weke ‘’bîran’’ dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. -
Daxwaz 'rakirina kontrola edlî' ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin
Di rûniştina dawî ya darizandina 19 rojnamevanên li Amedê, daxwaza ji bo rakirina tedbîra kontrola edlî hate redkirin. -
Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih aniye û hêzên sosyalîst hemû vexwendiye têkoşîneke hevpar." -
DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
DEM Partiyê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan û got: ‘’Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e.’’ -
Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan
Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê dihate girtin piştî 29 salan hate berdan. -
Rojnamevan Fûrkan Karabay hate binçavkirin
Rojnamevan Fûrkan Karabay ji ber parvekirinên xwe yên li medya dîjîtal û nûçeyên xwe hate binçavkirin. -
ROJEVA 15'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir
Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da, li kolanekê kir. -
Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got, "Ya ku divê bala me li ser be paşeroja Tirkiyeyê ye, derfetê aştiyeke mayinde ye, demokatîkkirina komarê ye, lê hinek radibin hewl didin tiştên cuda bikin." -
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn
Li Stenbolê di doza li dijî Edîtora Nûçeyên Jinê ya Bianetê Evrîm Kepenek de biryara cezayê girtîgehê yê deh mehan lê hate birîn. -
Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK'ê
Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de biryarên kongreya awarte ya 12'emîn a PKK'ê nirxand. -
Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza 'mafê hêviyê' û 'hevdîtina bi rojnamevanan re'
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bersiv da daxwaza Rêber Apo ya ji bo hevdîtina bi rojnamevan û siyasetmedaran û got, "Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin." -
'Ramanên Azad' wê bibe qada dîjîtal a berxwedana entelektuel
'Ramanên Azad' ku 14'ê Gulanê dest bi weşanê dike, xwe weke baregeha dîjîtal a berxwedana zanistî û entelektuel pênase dike. -
Bernameyên bîranînê yên ji bo Kaytan û Altûn hate eşkerekirin
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li dehan bajar û navçeyan çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin. -
Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin
Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li dema bihurî asê nemînin, ya nû bibînin, bi wêrekî û fedakariyê hîn bi xurtî berê xwe bidin nûbûnê û got, "Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin." -
Balûken: Êdî divê hikumet gavê biavêje
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê dewlet û hikumet gavê biavêje. -
ROJEVA 14'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê siyasî yê ku du çavên wî nabîne di hucreya yek kesî de tê girtin
Girtiyê siyasî Abdulkadîr Ozturk ku li girtîgeha Îdirê tê girtin, tevî ku du çavên wî nabîne nayê berdan. Xizmên Ozturk diyar kirin ku Ozturk tevî hemû daxwazên berdanê jî di hucreya yek kesî de tê girtin.