Ketin û derketina 3 herêman hate qedexekirin

3 herêmên li navçeya Elkê ji bo 9 rojan weke 'herêma ewlekariyê ya demkî' hate ragihandin û ketin û derketina wan deveran hate qedexekirin.

LI ELKÊ QEDEXE

Walîtiya li Şirnexê diyar kir ku herêmên Gîresûmûnû Dagi, Eksîkdag û Meydandagi yên li navçeya Elkê ji bo 9 rojan weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' hatiye ragihandin û ketin û derketina wan deveran hatiye qedexekirin. Qedexe wê het 16'ê Tîrmehê dewam bike.

Walîtiyê 1'ê Tîrmehê jî 3 herêm ji bo du rojan weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' ragihandibû.