Mûrat Çalik ê ku anjiyo lê hate kirin dubare şandin girtîgehê

Serokê Şaredariya Beylîkduziyê Mûrat Çalik ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Kiriklarê tê girtin, duh anjiyo lê hate kirin û ew dubare şandin girtîgehê.

Mûrat Çalik ê ku di çarçoveya lêpirsînên derheqê ÎBB’ê de hatibû girtin, beriya niha du caran tedawiya penceşêrê dîtiye û xwe jê rizgar kiribû. Hate ragihandin ku Çalik ê ku piştî kontrolên tenduristiyê dubare şandine girtîgehê, di vê pêvajoyê de kelepçekirî bûye.

Bijîşkê Mûrat Çalik diyar kir ku biryara dubare şandina ji girtîgehê re ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye girtin û hişyarî da ku şert û mercên girtîgehê wê talûkeya dubarebûna nexweşiya penceşêrê zêde bikin.

Têkildarî tehliyekirina Mûrat Çalik a ji ber rewşa wî ya tenduristiyê li benda rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ne.