Kurtulmuş piştî çekberdanê axivî: Em hatin dawiya xebatên xwe yên têkildarî komîsyonê

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî merasîma îmhaya çekan ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da û wiha got, “Em hatin dawiya xebatên xwe yên têkildarî komîsyonê.”

NUMAN KURTULMUŞ

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî merasîma îmhaya çekan ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Numan Kurtulmuş anî ziman ku pêvajo weke ku hatiye plankirin pêş dikeve û wiha got: “Her tişt bi niyeta baş rêve diçe. Ez bang li her kesî dikim ku piştgirî bidin pêvajoyê. Em hatin dawiya xebatên xwe yên têkildarî komîsyonê. Em ê tespît bikin ku wê kijan mijar destpêkê were destgirtin.”

Kurtulmuş got ku mijara ewil komîsyonê li ser navê Meclîsê şopandina pêvajoya têkildarî çekberdanê û fesihkirina rêxistinê ye.