Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Îranê 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir

Li girtîgeha Sine 3 aktîvîstên Kurd dijî binpêkirinên mafên mirovan, 4 roj in di greva birçîbûnê de ne.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, li girtîgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê, 3 çalakvanên Kurd ên bi navê Narmîn Xuda Muradî, Hîkmet Seîdî yên xelkê Sine û Kameran Resulî yê xelkê bajarê Bane re, 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine.  

Li gorî heman çavkaniyê, her 3 Kurd dema wan ya binçavkirinê hatiye dirêjkirin û ji mafên xwe yên bingehîn, weke hevdîtina bi parêzer û peywendiya bi malbatê re bêpar tên hiştin. Hêjayî gotinê ye her 3 çalakvanên Kurd du mehin ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve bi fermana Dadwer hatine binçavkirin.