ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Geşedanên piştî peyama Rêber Apo û piştî ku komek gerîla çekên xwe şewitandin qewimîne, wê bên şopandin.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku piştî banga Rêber Apo dewleta Tirk hîna ti gav neavêtiye û got, “Eger hinek dibêjin, em tevgerê teslîm bigirin, ew xwe dixapînin. Bila her kes bizane, ev tevger ti carê teslîm nabe.”
- Hevseroka Desteya Kar û Barên Kedkaran a Kantona Firatê Felek Yûsif salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got, çawa ku jinê di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir, divê li tevahî cîhanê jî bibe pêşeng.
- Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren têkildarî komisyona wê li Meclîsê were avakirin, got, divê komîsyon berfireh û beşdarvan be.
- Yek ji navdarên felsefeya Hemdem Warren Montag got, “Fikrên li ser esasê perspektîfa aştî û civaka demokratîk, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê jî alternatîfek xwedî hêvî ye.”
- Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku êrîşên dawî yên li ser gelê Durzî dewama komkujiyên li hemberî Elewiyan e û li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser destkeftiyên jinan û gelan, banga têkoşîna hevpar li civaka navneteweyî û gelên herêmê kir.
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan, bên şopandin.
- Selîm Yildirim ku birayê girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim e, nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiyên li girtîgehan da û got, “Tevgerîna li gorî ruhê pêvajoyê nîne. Dewlet heta ku hiqûqa dijmintiyê bi dawî neke, holeke baweriyê nikare ava bike.”
- Daxuyanî û çalakiyên bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an destpê kir, bên kirin wê bên şopandin.