Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo û şewitandina çekan a komek ji gerîla wê bêne şopandin.

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak anî ziman ku pêvajoya heyî divê li nava çarçoveyeke qanûnî û demokratîk bê bicihkirin û got, qanûnên entegrasyona demokratîk ji bo tespîtkirina çavkaniya pirsgirêkê reçeteyeke pêwîst e.

Çalakiyên bîranînê yên salvegera Komkujiya Pirsûsê wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê bi bîr anî ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê şehîd bûn û got, “Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, afirîner û sembola serketin û pêşketina dîrokî ne.”

Kamûran Tanhan ê ji DEM Partiyê anî ziman ku gotin û pênase ne tenê pêvajoyê bi xwe, her wiha nêt û sekna aktoran jî radixe pêş çavan û got, “Gotina terorê ji aliyê nêt û cidiyetê ve gotina destpêkê ye ku divê bê terikandin.”

Gerîlayênw HPG’ê salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kir ku divê xwedî li destketiyên şoreşê bê derketin ku bi keda Rêber Apo û şehîdan hatin afirandin.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, “Di sala 102’emîn a Peymana Lozanê de ji bo mezinkirina îradeya azadî û yekîtiya gelê Kurd em bi berpirsyariyeke dîrokî dadikevin qadan” û ji bo meşa 26’ê Tîrmehê ya li Lozanê banga tevlîbûnê hate kirin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got, Şoreşa Rojava bi pirrengiya xwe weke Hîlala Zêrîn e û wê bi ser bikeve.