Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin

Navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû, li kolanek a taxa Erxevanê yê Meletiyê hat kirin.

Ev biryar piştî kampanya îmzeyan a di meha Adarê de ji aliyê 29 komeleyên herêmî û 16 mûxtarên taxan ên li navçeyê ve hat destpêkirin, hat dayîn.

Di çarçoveya kampanyayê de îmzeyên ku ji bo navê Onder zindî bêhiştin û li park, kolan û taxan bê kirin hatin berhevkirin, radestî meclîsa şaredariyê hatin kirin.

Di encama dengdana ku di meha Tîrmehê de di Civîna Meclîsa Şaredariyê ya asayî de pêk hat de navê Kolana Mîllî Egemenlîk wek "Kolana Sirri Sureyya Onder" hat guhertin.