Nûnerên partiyan ji bo avakirina komîsyonê li hev kom bûn

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin li hev kom bûn.

CIVÎNA LI MECLÎSÊ

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona ku tê plankirin di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de li meclîsê bê avakirin, li hev kom bûn. Nûnerên partiyên siyasî beşdarî civîna li meclîsê bûn.

Serokwekîla Koma Meclîsê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma CHP'ê Mûrat Emîr, Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Mûrat Kavûncû, Parlamenterê Partiya Yenî Yol Mehmet Emîn Ekmen, Serokwekîlê Koma MHP'ê Erkan Akçay tevlî bûn. Her wiha Serokwekîlên Koma AKP'ê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de wê bê nirxandin bê komîsyon bi rêya qanûnê bê avakirin yan bi înîsiyatîfa Kûrtûlmûş, hejmara endamên wê, pîvan û esasên wê yên kar wi bin. Her wiha gelek mijarên din ên li ser karê komîsyonê wê werin nirxandin.