Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Karkerên Belturê yên li ber xwe didin: Ji bo me karkeran maf, hiqûq û edalet tune ye!

Cîhan Yildiz ê ku ji aliyê Belturê ve bi koda 26’an ji kar hate derxistin, got: ‘’ Ji bo me karkeran maf, hiqûq û edalet tune ye’’ û rêvebirê Dev-Turîzmê Yildirim Salîh Înce jî Şêwirmendê Serokê ÎBB’ê Yîgît Ogûz Dûman weke navnîşana pirsgirêkan nîşan da.

Berxwedana sê karkerên ku ji aliyê Belturê ve bi awayeî neqanûnî ji kar hatine derxistin, ev 39 roj in bi biryardarî berdewam dike. Beltur, şîrketeke hevparî ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ye. Her wiha berxwedan bi pêşengtiya Sendîkaya DISK Dev Turîzm- Îşê berdewam dike.   Karkerên ku hem ji aliyê rêveberiyên CHP’ê û ÎBB’ê ve tên gîrokirin û hem jî bi şertê guhertina Koda 26’an li wan tê ferzkirin ku îstîfa bikin û hem jî dev ji mafên xwe yên tezmînatê berdin, ev du roj in li tesîsa Belturê a li navçeya Mecidiyekoyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Ji sê karkeran Cîhan Yildiz û Pisporê Perwerde û Rêxistinê yê DEV Turizm-Îşê Yildirim Salîh Înce ji ANF’ê re axivîn. 

BI KODA 26’AN JI HATIN AVÊTIN

Cîhan Yildiz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bavê sê zarokan e û ev 13 sal in di Belturê de dixebite. Cîhan Yildiz destnîşan kir ku ji ber ku wî li ser koma Whatsappê ya karkeran neçalakbûna TOLEYÎŞ a girêdayî Turk-Îşê rexne kiriye, hewl tê dayîn ku keda wî ya ev qas salan tune bê hesibandin û got: ‘’Ji ber ku di Belturê de sendîkaya berpirsiyar TOLEYIŞ e di meha Hezîranê de ew beşdarî hevdîtina Peymana Kar a Komelî bû. Tevî ku pêvajoya TIS’ê gelek dirêj bûbû jî sendîkayê biryar dabû ku bi awayekî teqez em dest bi grevê nakin. Nekirina grevê jî destê kardêran xurt kiribû. Ji ber vê yekê em ji sendîkayê nerazî bûn lê belê bi ser de jî hem di mijara mûçeyan de bi reqemeke gelekî kêm li hev kir û hem jî peymana ku têde biryara dirêjkirina saeta karkirina me cih digire, îmze kir. Saeta me ya karkirinê rojê 1,5 dirêj kir. Me jî li gel hevalên xwe yên karker ev li ser koma Whatsappê ev biryar rexne dikir. Nebêje li ser komê nûnerekî sendîkayê hebûye ku haya me jê tune ye. Ihtîmaleke mezin wî dîmenên axaftinên li ser komê girtine û ji wan re şandiye. Dema ku dengê karkeran li hemberî vê peymanê bilind bû jî sendîkayê ji Belturê xwestiye ku dengê karkeran qut bike. Li ser van yekan em sê karker ji kar derxistin.’’

KETIN KOMA KARKERAN Û GAZÎ KIRINE DÎSIPLÎNÊ

Cîhan Yildiz piştre da zanîn ku piştî van axaftinên li ser koma Whatsappê  rêveberiya Belturê ew gazî kirine dîsiplînê û diyar kir ku di hevdîtina dîsiplînê de bes peymanên li ser koma Whatsappê hatiye axivîn. Yildiz bi bîr xist ku kardêr nikare daxilî diyalogeke di navbera karker û sendîkayê de bibe, ev yek ne qanûnî ye û got: ‘’Lê belê ev yek teqez qebûl nekirin. Gotin ku gazindên karkeran çêbûne, ji ber wê me xwestiye hûn werin. Min xwest ez daxwaznameyên giliyan bibînim. Ew jî di destê wan de tune ye. me ew nedîtin. Ji ber peymanên li ser koma Whatsappê gazî me kirin û roja din em ji kar hatin derxistin. Piştre bi ewraqeke ji noterê hatî em hîn bûn ku em bi Koda 26’an ji kar hatine derxistin. Di Koda 26’an de madeyeke gelekî giran; ‘li rêveberan heqarekirin û gefxwarin, bicihneanîna erkê hatiye dayîn, qanihkirina karkerên dike ku neke yan jî zorlêkirin’ cih digire.  Bi van hincetên ecêb û bêyî delîl şahid em ji kar hatin avêtin.’’

ŞANTAJA GUHERANDINA KODÊ: ÎSTÎFA BIKE, DEV JI MAFÊ XWE YÊ TEZMÎNAYÊ BERDE!

Cîhan Yildiz da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku ew bi hevkariya Gerînendeyê Dabînkirina Karkaran a Belturê û sendîkayê ji kar hatine derxistin û diyar kir ku li hemberî vê neheqî û bêhiqûqiyê bi pêşengtiya DİSK Dev Turizm-İşê dest bi berxwedanê kirine. Yildiz bi bîr xist ku Gerînendeyê Giştî yê Belturê, rêveberiya ÎBB’ê û Serokatiya Bajêr a CHP’ê tevî ku qebûl kirine ew mafdar in jî li hemberî vê rewşê neketina nava tu hewldanan û çareseriyeke wan tune ye û destnîşan kir ku tew di hevdîtina dawîn a li gel Belturê de bi şantajê re rû bi rû mane û ev yek anîn ziman: ‘’Koda 26’an madeyeke giran e ku li gel wê wan em ji kar dexistin. Girêdayî vê yekê dema ku em bi vê yekê ji ker tên derxistin êdî em nikarin ne di şaredariyê de ne jî di saziyeke dewletê de kar bikin. Ji ber vê madeyê min nekarî ez ji ÎŞKUR’ê mûçeya bêkariyê jî bistînin. Serlêdana min qebûl nekirin.’’

‘MAF, HIQIQ Û EDALET BES JI BO RÊVEBERAN HENE’

Cîhan Yildiz da zanîn ku li hemberî neheqiya li wan hatiye kirin û bi daxwaza îadekirina karê xwe ew du roj in ew li Tesîsa Belturê ya li navçeya Mecidiyekoyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, heya daxwaza wan neyê qebûlkirin ew bi paş de gav naavêjin. Yildiz li hemberî rêveberiya CHP’ê nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Qala mafan dikin lê belê ji me dixwazin ku em dev ji mafên xwe berdin. Qala hiqûqê dikin lê belê me bi awayekî neqanûnî ji kar derdixin û li hemberî van bêqanûniyan jî bêdeng in.  Yanî wisa ye ku ew maf, hiqûq û edalet bes ji bo yên li jor hene, ji bo karkeran tune ne. Em ê vê yekê qebûl nekin û heya dawiyê li ber xwe bidin.’’

‘BERPIRSIYARÊ NEÇARESERIYÊ ŞÊWIRMENDÊ EKREM ÎMAMOGLÛ, YÎGIT OGÛZ DÛMAN E!’

Pisporê Perwerde û Rêxistinê yê DEV Turizm-Îşê Yildirim Salîh jî diyar kir ku tiştên ku di vê pêvajoyê de rû dane weke çîrokeke Azîz Nesîn e û got: ‘’Rêveberiyên CHP û ÎBB’ê dibêjin ku ew piştgiriyê didin karkeran. Madem hûn piştgiriyê didin karkeran be kî em ji kar derxistin? Wê demê du rê hene: Yan kesên ku van yekan ji me re dibêjin derewan dikin, piştgiriyê nadin me yan jî kesekî ku nikarinê heye. Bi qasî ku em dizanin berpirsê van yekan hemûyan şêwirmendê Ekrem Îmamoglû yê berpirsiyar Yîgît Ogûz Dûman. Ji ber di van hevdîtinan de berê me tim diket wî. Herî dawiyê piştî çalakiya Gazhaneyê, ji me re gotin ku temam e, gotinku em soz didin, em ê vê bêhiqûqiyêçareser bikin û werin em hevdîtinekê bikin. Hin hevdîtin hatin kirin, tew têkildarî çareseriyê plansaziyekejî hate derxistin. Heqê ku heval bistînin jî hatin hesabkirin. Yanî heya wê qoxaxê jî hat. Lê belê ji heman kesî yanî Yîgît Ogûz Dûman vegeriya. Hemû kesên ku me bi wan re hevdîtin pêk anîne piştgiryê didin me lê belê nexwe nikarin Yîgît Ogûz Dûman.’’

‘DI MIJARA MAF, HIQÛQ Û EDALETÊ DE DIVÊ PÊŞIYÊ DERSÊ BIDIN YÎGÎT OGÛZ DÛMAN!’

Înce diyar kir ku nakokiyeke mezin e ku navnîşana bêçareseriyê Yîgît Ogûz Dûman e û got: ‘’Li şûna ku dirûşmeyên maf, hiqûq û edaletê li gel bidin berzkirin bila werin ÎBB’ê û di mijara maf, hiqûq û edaletê de dersê bidin Yîgît Ogûz Dûman. Zirara herî mezin kesên weke wî didin şaredariyê. Di pêvajoya desteserkirina şaredariyan de em gelek caran çûn Saraçhaneyê.  Hevalên me yên ji sendîkayê hatin girtin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Ev neheqiyek bû. Li hemberî îradeya gel derbeyek bû. Lê belê me ev yek qebûl nekir û me piştgirî da wan. Lê belê a niha hemû tiştên ku rexne dikin di ÎBB’ê de hene. Çi rexne dikin, wê dikin.’’

‘JI SENDÎKAYEKE TÊDIKOŞE ACIZ IN!’

Înce diyar kir ku êdî kar ji karderxistinê wêdetir e û veguheriye dijminahiya li hemberî sendîkayekê û da zanîn ku her sê karkerên ji kar hatine derxistin jî endamên DÎSK’ê ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ji sendîkayên ku têkoşîna maf, hiqûq û edaletê dimeşînin aciz in. Partiyeke siyasî ya behsa maf û hiqûqê dike û şaredariyeke ku neheqî lê hatiye kirin lê belê nikarin ji kesekî ku neheqiyê dikin derbas bibin. Ma ev Yîgît Ogûz Dûman çi qas mezin e? Bila êdî dawî li vê ecêbiyê were.’’