Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Mehmet Denîz Guzel ê tevî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan

Mehmet Denîz Guzel ê ku 33 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî, înfaza wî hate şewitandin û berdana wî du carin tê paşxistin. Birayê wî Emîn Guzel diyar kir ku hiqûq tine ye û her tişt bi keyfî tê kirin.

Binpêkirinên mafên girtiyên siyasî bê navber berdewam dikin. Li girtîgehên ku binpêkirina mafan lê zêde bûye yek jê Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ye. Li girtîgeha Boluyê berdan 35 girtiyan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta ku “ne poşman in” tên paşxistin. Hat zanîn ku girtiyên ku berdana wan tên paşxistin yên ku 30 sal in di girtîgehê de ne û cezayên xwe qedandine.

Yek ji van girtiyên ku berdana wan tê paşxistin Mehmet Denîz Guzel e. Guzel di sala 1992’yan de hat girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Her çend cezayê Guzel qediyaye jî, 33 sal in di girtîgehê de tê girtin û bi hinceta cezayên hucreyê 2 sal û nîve berdana wî tê paşxistin.

Mehmet Denîz Guzel piştî ku cezayê wî hucreyê bi dawî bû derxistin pêşberî lijneyê. Lijneyê berdana Guzel bi hincetên keyfî du caran paşxist. Tê payin ku di meha Tebaxê de careke din derkeve pêşberî lijneyê.

33 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE

Mehmet Denîz Guzel sala 1992’yan di navbera Lice û navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Li ser girtina Guzel re 33 sal derbas bûn, lê ew hê jî di girtîgehê de ye. Guzel ê ku cezayê muebbetê lê hate birîn, tevî ku cezayê wî qediyaye jî berdana wî bi hincetên kêfî tê paşxistin.

Birayê wî Emîn Gizel der barê rewşa wî de axivî. Emîn Guzel bi bîr xist ku birayê wî dema hat girtin ewilî ew birin Girtîgeha Çewlîgê û got: “Nêzî mehekê li Çewlîgê ma, dawiyê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Şeş meh şûnde jî sirgunî Girtîgeha Bartinê kirin û heta salên 2003-2004’an li wir ma. Paşê, sirgunî Girtîgeha Kandirayê kirin û sê sal li wir hat ragirtin. Di sala 2007’an de sirgunî Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat kirin û ji wê demê vir ve li heman girtîgehê ye.”

‘BI HINCETA KU ZÊDE PIRTÛKAN DIXWÎNE, NAYÊ NERDAN’

Emîn Guzel diyar kir ku tevî înfaza birayê wî qediyaye jî, bi hinceta cezayên dîsîplînê berdana wî bi salan e tê astengkirin. Guzel destnîşan kir ku piraniya van cezayên dîsîplînê kêfî ne û wiha got: “Birayê min tenê ji ber gotina ‘Birêz Abdullah Ocalan’ ceza lê birîn. Bi îdiaya ku kamerayek şikandiye, salek ceza lê birîn. Di Girtîgeha Kandirayê de du cezayên hucreyê, yek sê roj û yek jî yazdeh roj birîn. Ev cezayên hucreyê paşê bi îtirazan hatin rakirin. Niha ti cezayê hucreyê tiney.

Di Sibata 2025’an de înfaza wî hate sererastkirin, lê rêveberiya girtîgehê berdana wî 3 mehan paşxist. Piştre, carek din sê meh dirêj kirin. Di lijneyan de pirsên wekî ‘tu poşman bûyî yan na, çiqas pirtûkan dixwînî, avê zêde bikar tîne yan na, bi mela re hevdîtin kiriye yan na’ tên pirsîn. Ev yek bi ti awayî ne hiqûqî ye.”

‘NE MAF HEYE NE JÎ HIQÛQ’

Emîn Guzel got ku li Girtîgeha Boluyê bi dehan girtî bi heman sepanan re rû bi rû ne û diyar kir ku berdana nêzî 35 girtiyan gelek caran tê paşxistin û hin jê 7, 8, an jî 9 caran hatine redkirin. Emîn Guzel wiha axivî: “Di du salên dawî de tenê du kesên di vê rewşê de hatine berdan: Sedat Adsiz û Ramazan Ugural. Ramazan jî piştî taloqkirina sêyemîn bi zorê hat berdan. Di girtîgehan de polîtîkayeke zextan a sîstematîk tê meşandin. Êdî me ne hiqûqê û ne jî mafên mirovan nîqaş dikin. Ji ber ku ne hiqûq heye, ne jî maf heye.

Dewleteke ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a xwe jî bicîh nayine, li pêşberî me ye. Ev sepanên di girtîgehan de ne rasthatî ne, polîtîkayeke bi zanebûn e.”

Emîn Guzel destnîşan kir ku bi sedan girtiyên zêdeyî 30 sal in di girtîgehan de ne hene û got ku ev kes berxwedana xwe didomînin û wiha domand: “Herî zêde dikarin wan 36 salan di hundir de bigirin. Gelek ji wan ji xwe 2-3 sal in zêde di hundir de ne. Hevalên me bi îrade ne. Em dixwazin ku bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di vê pêvajoyê de ku banga Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin de divê girtiyên nexweş, yên înfaza wan hatine şewitandin û yên ku piraniya cezayê xwe qedandine, zûtirîn demê bên berdan.”

‘DIVÊ GAVÊN JIDIL BÊN AVÊTIN’

Emîn Guzel anî ziman ku ji bo çareseriyê hewceyî bi qanûneke nû jî nîne û ev tişt got: ““Bi sozên qanûna torbayê tim tê paşxistin. Ev kes ji xwe cezayên xwe qedandine. Bi hincetên kêfî di hundir de têne ragirtin. Tê gotin ku nîqaşên di navbera DEM Partî û Wezareta Dadê de berdewam dikin, lê ji gel re tim dibêjin ‘Di payîzê de qanûna torbayê dê derkeve’ û hêvî didin wan. Ev pirsgirêk bi nêzîkatiyeke jidil dikare bê çareserkirin.”

Emîn Guzel bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Gelek tiştên ku bêne gotin hene, lê niha em hin tiştan naxwazin bibêjin. Ji ber ku ji aliyekî gerîla ve çek tên şewitandin, ji aliyê din ve jî bi dewletê re di asta herî bilind de nîqaş tên kirin. Êdî bes bila me mûjil nekin, bila êdî gavan bavêjin.”