Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Ji Rêber Apo peyam: Tevlîbûna hemû beşên civakê ji bo pêvajoyê pêdiviyek jiyanî ye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir got, “Birêz Abdullah Ocalan got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”

Rêber Apo ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî, der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirin kir. Omer Ocalan ev tişt parve kir: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”