ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Geşedanên piştî peyama Rêber Apo û şewitandina çekan a ji aliyê komek gerîla ve qewimîne, wê bên şopandin.
-Hikûmeta navendî ya Iraqê nexasim di demen Kazimî û Sudanî de dewsa ku piştgirî bidin îradeya xwe diyarkirin û pergalek demokratîk avakirina Êzidiyan, bi polîtîkayên zextî, leşkerî û îstîxbarî li hemberî gelê Êzidî zext çêkir.
-Li Suweydayê di 13’ê Tîrmehê piştî ku êrîşên HTŞ, DAÎŞ û SMO’yê qirkirinên mezin pêk hatin. Rena Kiwan anî ziman ku hevserê wî Mihemd Seqir El Berbor û birayê wê ji aliyê çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê ve hatin qetilkirin.
-Serdar Korucu yê ku bi pirtûka “Ev Şîn Xilas Nabe” bi malbetê kesên ku di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da hevdîtînan kir. Serdar Korucu got, “yê ku aşitiyê nîqaş bikin ev malbat in. Ji bo aşitiya civakî divê bîra civakî zindî bê girtin û bêceza hiştîn dawî bibe.”
-Cihan Yildiz ê bi kodê 26 ji aliyê Belturê ji kar hatê derxistin got, “Maf, hiqûq, dad dema dor tê karkeran tune ye.” Rêveberê Dev-Turîzmê Yildirim Înce jî navnîşana bêçaretiyê şewirmendê serokê ÎBB Yîgît Duman nîşan da.