Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Îranê 15 girtî di bin gefa darvekirinê de ne

Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê ragihand ku girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerife Muhammedi jî di nav de 15 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranî bi darvekirinê re rû bi rû ne û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî mudaxele bikin.

Her roj gefa darvekirinê li ser girtiyên siyasî li Îranê zêde dibe. Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê ragihand ku girtiyên siyasî Pexşan Ezizi, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhammedî jî di nav de 15 girtiyên siyasî di nin gefa darvekirinê de ne. Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê daxuyand ku bi taybetî rewşa sê girtiyên jin krîtîk e.

Rêxistinê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên sivîl kir ku li dijî darvekirinên li Îranê bi lez têkevin nava liv û tevgerê.

Her wiha duh du girtiyên siyasî yên bi navê Bêhrûz Îhsanî û Mehdî Hesen li Girtîgeha Qezaihsar li Kerac hatin darvekirin.

Mehdî Hesen sala 1976 hatiye dinê, bavê 2 zarokane. Îlona 2022’an li Zencan hate girtin. Bêhrûz Îhsan jî temenê wî 64 salî li Tahranê dijiya. Cotmeha 2022’an hate girtin û piştre bi sûcdariya siyasî hate darvekirin.