Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Geşedanên piştî peyama Rêber Apo û şewitandina çekan a ji aliyê komek gerîla ve qewimîne, wê bên şopandin.

-Mehmet Denîz Guzel ê ku 33 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî, înfaza wî hate şewitandin û berdana wî du carin tê paşxistin. Birayê wî Emîn Guzel diyar kir ku hiqûq tine ye û her tişt bi keyfî tê kirin.

-Piştî ku Îran du girtiyên siyasî îdam kir, rêxistinên mafê mirovan fikarên xwe yên ku dibe li welat înfazên komî pêk were anîn ziman.

-Meclîsa Ewrûpa ya Sirgûnan daxwaz kir  mirovên ku ji ber zextên polîtîk derketine dervayî welat bi awayek azad û ewle vegerin welat guhertinên zagonî pêk werin û zextên ku ji ser Înterpolê tên were bidawî kirin.

-Koma Awazên Çiya yê ku bi hûnera çiyayan dile gel de cih girtiye, di demekê nêz de wê albûmekê nû biweşîne. Endamên komê anîn ziman ku têkoşîn û berxwedan bêyî hûnerê nabe û gotin, “em dixwazin bi hûnera xwe bibin dengê gelê xwe.”

-Dîwana Adaletê ya Navnetewî ya ku navenda wê Laheyê(ICJ) îlan kir ku dewletên têkoşîna li hemberî guhertina hevrayê di çarçoveya hiqûqa mahê mirovan de xwedî berpirsyariyên diyarker in.