Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Hêzên Îranê kolberek din jî qetil kir

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberê bi navê Berzan Salihî yê xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ KOLBERAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku roja 25’ê Tîrmehê kolberekî Kurd bi navê Berzan Salihî (38) yê xelkê bajarê Bane, li devera sînor a Seyranbend ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên xizankirinê yên Îranê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê neçar maye ku kolberiyê bike.

Par li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolber hatin qetilkirin, 131 kolber jî birîndar bûn.