Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Hevserokên Giştî yên DBP'ê serdana Veysî Aktaş kirin

Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir serdana Veysî Aktaş kirin.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayin çûn serdana Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat ragirtin û piştî 31 sal û 3 mehan serbest hat berdan kirin.

Serdanê ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê pêk hat, hevserokan, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, endamên Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclisa Partiyê (PM) tevlî bûn. 

Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir silav dan Aktaş û malbata wî. Piştî silavdanê, serdan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.