Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî, Otonomîya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê, Tevgera Jinên Kurd û Rêxistina Êzidxanê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek hevpar dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“3’yê Tebaxa sala 2014’an hêzên tarî yê dijî mirovahiyê, DAÎŞ’ê komkujî li ser gelê me yê li Şengalê pêk anî. Mal wêran û talan kirin, dest dirêjî jinan û zarokan kirin. Bi hezaran kes dîl hatin girtin, zêdeyî 5 hezar kes hatin kuştin.
Em wek saziyên Kurdên Rûsya û welatên Sovyeta berê 11'emîn salvegera komkujiya li Şengalê, bi tundî şermezar dikin.
Ev 11 sal in hevkarên komkujiyê û kujerên gelê me yê Şengalê hê jî nehatine darizandin, lêpirsînekî netewî û navnetewî nehatiye kirin.
Hêzên noker, xwefiroş, teslîmkar gelê Şengalê bê parastin hiştin, her wiha derfetê gel xwe biparêze jî jê re nehiştin.
Bi taybet dagirkerên Kurdistanê rê ji çeteyên hov re vekirin, bi her awayî piştgirî dan, da ku komkujiya şopdarên Êzidîtiyê temam bikin.
Hêzên navnetewî temaşevanî kirin û helwesta xwe tenê bi gotinên ‘metirsî hene’ sînordar kirin. Ji ber wê bêhelwestiyê komkujî bêrawestan didomiya.
12 şervanên HPG’ê çeper danîn pêş hêzên hov û bi sedhezaran kes ji komkujiyê rizgar kirin.
Gelê Şengalê îro birînên xwe hê jî derman dike. Em bawer in wê hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ çanda xwe, ola xwe û hebûna xwe misoger bike û ji îro û şunde jî êdî wê tu derfetan nede ferman û komkujiyên din.
Em salvegera komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar dikin û dibêjin Şengal û Êzidîtî wê her hebe.
Bijî Berxwedana Gelê me yê Şengalê!
Bijî Rêber Apo!”