Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Derbarê kesên dar birîne na, derbarê rojnamevanê ku nûçe çêkiriye lêpirsîn

Derbarê rojnamevan Dilgeş Ruvanas ê ku li Şirnexê darên ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn nûçe çêkir, lêpirsîn hate destpêkirin.

Der heqê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Ruvanas ê ku nûçeya birîna darên li Şirnex û navçeyên wê yên ku di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê birîn çêkiribû û li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kiribû, lêpirsîn hate destpêkirin.

Ruvanas ê ku Fermandariya Cendirme ya Şirnexe di der heqî wî de bi îdiaya “gel tehrîkê dijmintiyê dike an heqaretê” lêpirsîn dabû destpêkirin, tevî parêzerê xwe li Qereqola Cendirme ya Cizîrê îfade da.

Nûçeyên têkildarî birîna daran ku Ruvanas, li Ajansa Mezopotamya û hesabê xwe yê medya dijîtal weşandibû wek sûc hate hesibandin.

‘KESÊN DARAN DIBIRIN BIDARIZÎNIN’

Ruvanas, rave kir ku parvekirin û nûşeyên wî ji bo agahdarkirina gel e û ev tişt got: “Birîn û texrîbatên daran, wek welatiyekî bi awayekî hestiyarî li ser min bandor dike. Kesên ku daran dibirin jixwe li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal diweşînin. Ez vê sûcdariyê qebûl nakin. Ez li hemberî xwezayê hestyar im loma min ev nûçe çêkir û parve kir. Ne min kesên daran dibirin bidarizînin.”