Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

11 Rêxistin: Divê komkujiya Şengalê wekî jenosîd were naskirin

11 rêxistin, tor û kampanya ku ji bo Enfal û jenosîdê xebatê dimeşînin wiha gotin, “Divê fermana li Şengalê wekî jenosîdê were naskirin. Hêz û komên çekdar ên ku wê demê di parastina Şengalê de berpirs bûn, divê bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.”

11 rêxistinin, tor û kampanyayên taybet yên di warê enfal û jenosîdê de kar dikin, bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya Şengalê de daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de bang li Iraqê hate kirin ku fermana Şengalê weke jenosîd binase û wiha hate gotin; “Divê encamên lêkolîna dosyaya Şengalê ji bo raya giştî were eşkerekirin û hêz û komên çekdar ku di parastina Şengalê de berpirs bûn, bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.”

DAXWAZÊN HATINE KIRIN

11 rexistin, tor û kampanyayan daxwazên xwe wiha rêzkirin:

“Divê Iraq tazmînata madî û manewî bide qurbaniyên Êzidiyan. Divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û di zûtirîn dem de tevlîbûna xwe ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îlan bike, daku bê zanîn Iraqa îro û berê jihev cudaye. Divê koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe û alîkarî ji bo wan were dayîn. Pêwîste gorên komî werin vekirin û ji bo aramiyê xebat were kirin. Divê ewlekariya derûnî, civakî û aramiyê ji bo jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin, were dabînkirin. Herwiha pêwîste ji bo dîtina jin û zarokên ku çarenûsa wan nayê zanîn, xebat were bilez were kirin. Divê çeteyê DA ê yên vegeriyane, nêzî herêmên Şîe werin neyên bicih kirin û rûmeta Êzidiyan were parastin.”

11 RÊXISTINÊN KU DAXUYANIIYÊ DANE

Navên rêxistin, tor û kampanyayên ku mohra xwe li binê daxuyaniyê dane wiha ne:

Rêxistina Kurdistana Bê Jenosîdê (KWG)

Tora Rêxistinên Kurd ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî-Koncicc

Tora IKN ya Kurdistanê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kujer yên li Kurdistanê (OAWMD).

Rêxistina Kampanyaya Dadmendiyê-OJC

Rêxistina Cîhanî ya Çekên Kîmyewî û Biyolojîk-www

Kampanyaya Jiyanê ya li dijî Darvekirinan li Kurdistanê

Kovara Tobzawa

Rojnameya Nugrasalman

Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Qurbaniyên Enfalê

Kurdoside-Chak Kurdistan