ROJANE
Hemû Nûçe
-
Balikesîr 3 caran li ser hev hejiya
Piştî erdhejên ku duh li navçeya Sındirgi ya Balikesîrê çêbû, îro jî li pey hev erdhejên bi pileya 4.1, 4.4 û 4.5 çêbûn. -
Erdogan: Vê derfetê ziyan nekin
Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya komisyona ku di Meclîsê de hatiye avakirin û got: “Em bi hev re xwînê rawestînin, êş û hêstiran kêm bikin.” -
Li Mêrsînê malbatek ji ber axaftina Kurdî rastî êrîşa nîjadperestan hat
Li gundê Kîsecîk ê navçeya Çamliyayla ya Mêrsînê dema malbateke Kurd ku ji 8 ferdan pêk dihat ji geştê vedigeriya, bi hinceta axaftina bi Kurdî rastî êrişê hat, kesek rakirin beşa lênihêrîna awarte. -
‘Li bajarên Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm hezar û 820 caran maf hatine binpêkirin’
Şaxa ÎHD’a Amedê ragihand ku li bajarên Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de herî kêm hezar û 820 caran maf hatine binpêkirin. -
Li Cizîrê konê sersaxiyê yê gerîla Xebat Goyî hate dorpêçkirin
Polîsan hewl da serdanên ji bo konê sersaxiyê yê gerîla Xebat Goyî asteng bikin ku 8 salan piştî li herêma Herekol şehîd bû, cenazeye wî hate veşartin. -
Ji bo kontenjana sê kesan a komîsyonê DEM Partî, AKP û CHP wê endaman bide
Ji bo kontenjana 3 kesan a komîsyona li Meclîsê ya ji ber helwesta ÎYÎ Partî vala ma, DEM Partî, AKP û CHP wê endaman bişînin. -
Berdana wî 7 caran hate taloqkirin: 21 meh in bêhiqûqî girtî tê hiştin
Halîl Dag ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 30 sal in girtî ye, li gel ku înfaza wî temam bûye 7 caran berdana wî hate taloqkirin. Parêzera Dag, Îpek Sarica got, “Koxûşa ku lê dimîne dikin bahane û biryarên bi vî rengî têne dayin.” -
ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Balıkesîrê erdhejeke bi pîleya 6.1 çêbû
Li Balıkesîrê erdhejeke bi pîleya 6.1 pêk hat. Erdhej, bi taybetî li Stenbolê û li gelek bajarên din jî hate hîskirin -
Ekîn Wan di salvegera 10’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çalakiyê de hatibû qetilkirin û piştre jî bedena wê hatibû teşhîrkirin, di sala 10’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn. -
Bahçelî: Tê payin ku karên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî got, ew li bendê ye ku karên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin. -
Yuksel Genç: Gel dixwaze bibîne bê Komîsyona Meclîsê wê çi bike
Koordînatora Navenda Lêkolîna Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ragihand ku gel bi xurtî dixwaze Meclîs bi rengekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û got, ji gotinan bêhtir gavên şênber ên komîsyonê girîng e. -
Tûnç: ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ modela paşeroja azad û aştiyane ya gelan e
Nivîskar Azîz Tûnç modela ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ a ku Rêber Apo pêşniyar dike xwe dispêre rabirdûya qedîm a Mezopotamyayê û ji bo gelên herêmê li ser bingeha aştî, azadî û wekheviyê jiyaneke hevpar pêşniyar dike. -
‘Komîsyon weke gava destpêkê ya şênber a dewletê dikare bê dîtin’
Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku komîsyon li gel kêmasiyan jî gaveke erênî ye û destnîşan kir ku ji 1’ê Cotmehê û vir ve yekane gava şênber a dewletê avakirina vê komîsyonê ye. -
ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo aştiyê zîncîra mirovan’ hate lidarxistin
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi dirûşmeya ‘Em -ji bo aştiyê di zîncara mirovan de tên gelhev’ li Sancaktepeyê çalakiya zîncîra mirovan li dar xist. -
Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe edalet xwestin
Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê beriya 32 salan hatî qetilkirin, banga edaletê kirin. -
‘Komîsyon divê aqûbeta yên bi zorê hatine windakirin, derxîne holê’
ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de bang li komisyona ku li meclisê hat avakirin kirin ku aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin eşkere bike. -
Girtîgeha Qerçek a Îranê ji bo girtiyên siyasî yên jin bûye navenda êşkenceyê
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê, raporek parve kir. Hate ragihandin ku girtîgeh bûye navenda êşkence û tundiyê. -
Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em gav bi gav aştiyê bi hev re ava bikin
Tora Aştiyê ya Rexneyî li Amedê bi tevlîbûna 50 rêxistinên sivîl ‘Komxebata Aştiyê ya Amedê’ lidar xist. Îşaret bi girîngiya tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl a ji bo pêvajoyê, hate kirin û wiha hate gotin: “Divê em aştiyê bi hev re ava bikin.” -
Yilmaz: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike
Ercan Yilmaz, anî ziman ku divê komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêk Kurd a li Meclîsê hatiye avakirin wêrek tevbigere û got, divê komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtin bike. -
Îxracat dakeve yan jî bilind be jî karker dojehê dijîn
Rapora BÎRTEK-SEN’ê krîza di sektora tekstîlê de radixe ber çavan û diyar kir ku karker û karsaz bi awayên cuda vê krîzê dijîn. Pisporê sendîkayê Denîz Kar got: “Çareserî, têkoşîna yekgirtî ya li dijî karsazan e.” -
ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîsyon wê di 12’ê Tebaxê de dîsa bicive
Civîna duyemîn a komîsyona ku li meclîsê hat avakirin, pênc saetan dom kir. Girtekên civîna girtî wê 10 salan nepenî bimînin. Komîsyon wê civîna xwe ya sêyemîn 12’ê Tebaxê roja Sêşemê li dar bixe. -
TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn
TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermendê mezin Aram Tîgran bi bîr anîn û gotin: “Ew ne tenê bi stranên xwe, bi helwest û jiyana xwe jî weke pireke dostanî û hevjiyanê di navbera gelê Kurd û Ermen de bû. Em ê dengê wî bêmirin bihêlin."