Girtîgeha Qerçek a Îranê ji bo girtiyên siyasî yên jin bûye navenda êşkenceyê

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê, raporek parve kir. Hate ragihandin ku girtîgeh bûye navenda êşkence û tundiyê.

LI ÎRANÊ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

Li gorî rêxistinê girtîgeha Qerçek a li Tehranê bûye cihê êşkencekirina jinan û qeyrana mirovî ya girtiyên siyasî yên jin. Rêxistinê ragihand ku girtîgeha Qerçek bi tundiya sîstematîk a li dijî girtiyên jin nav û denge û bûye sembola ‘êşkencekirina bêdeng’.

Li gorî heman rêxistinê li girtîgehê demek dirêj ceyran tê birîn, xizmeta tenduristiyê nayê kirin, ava pêwîst nîne û ev yek hemû dibin sedem ku jiyana girtiyên siyasî bikeve bin metirsiyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê herî dawî jî da zanîn ku hinek girtiyên siyasî yên jin bi nexweşiyên dem dirêj ketine û nayên tedawî kirin.

Hêjayî gotinê ye girtîgeha Qerçek, yek ji girtîgehên herî mezin a li paytexta Îran Tehranê ye. Çalakvanên mafê mirovan, parêzerên serbixwe û rêxistinên navneteweyî jî di derbarê binpêkirinên li vê girtîgehê de tên kirin, gelek caran bang kirine û hişyarî dane. Lê li gorî raporan, binpêkirinên li ser girtiyên li girtîgeha Qerçek roj bi roj zêdetir dibin.