BÎRTEK-SEN’ê hefteya borî rapora bi navê “Di Tekstîlê de çi dibe? Karsaz çi bibêjin, karker çi dijîn?” weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku sektorên tekstîl û cilên hazir tengbûneke qismî dijî.
Li gorî daneyan di sê salên dawî de 110 hezar karkerên ji kar hatine derxistin. Bi taybetî li bajarên ku lêkolîn lê hatine kirin (Enqere, Riha, Êlih, Semsûr, Mêrdîn, Wan, Meletî û Mereş), hinarde zêde bûye. Karsaz bi dahatên hinarde û piştgiriya dewletê qazancên xwe zêde kirine, lê karker di şertên giran de mane.
Li gorî daneyên TUÎK’ê, di Hezîrana 2025’an de hejmara bêkarên 13 milyon û 383 hezar e.
‘BANDORA KRÎZA CÎHANÎ’
Pisporê sendîkayê Denîz Kar der barê mijarê ji ANF’ê re axivî. Denîz Kar diyar kir ku di dema şewba COVID-19’an de di sektora tekstîlê de bilindbûneke demkî çêbûye, lê di îthalatê de li cîhanê bi tengbûnê re krîzek derketiye holê û got: “Di dema pandemiyê de zincîra peydakirina tekstîlê ber bi Tirkiyeyê ve çû, lê ev demkî bû. Kêmkirina îthalatê li Ewropa û Emerîkayê bandor li Tirkiyeyê kir.”
‘KARSAZÊN HERÊMÊ KRÎZÊ BI KAR TÎNIN’
Kar destnîşan kir ku li Enqere, Riha, Êlih, Semsûr, Mêrdîn, Wan, Meletî û Mereşê hinarde zêde bûye, lê karsaz dîsa krîzê wekî hincetekê bikar tînin û wiha domand: “Kargehên bi piştgiriya dewletê hatine avakirin, piştî bidawîbûna teşwîqan wekî ‘îflas kirine’ xwe nîşan dan. Mînak, li Rihayê kargehên wisa hene ku ne hilberînê dikin, lê di fermiyetê de wekî kargehek têne qeydkirin. Karsaz, tenê ji sedî 30 tezmînatê didin, an jî qet nadin karkeran.”
‘KARKEREK KARÊ SÊ KESAN DIKE’
Kar anî ziman ku karsaz ji karkeran hilberîna zêde armanc dike û wiha pêde çû: “Li Merinosê hejmara karkeran ji 4 hezar û 700 daket 3 hezar û 500 kesan. Lê heman demê fabrîqeyên nû hatin avakirin. Karker dibêjin, ‘Berê karek ji hêla kesekî ve dihat kirin, niha karê sê kesan kesek dike.’ Tezmînat tên xespkirin, şertên kar girantir dibin. Di Gulana 2025’an de bi biryarnameyeke Serokomariyê, tekstîl wekî sektoreke pêşeng hate diyarkirin û teşwîq berdewam dikin.”
‘LI HEMBERÎ VÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWÎST E’
Kar destnîşan kir ku karsaz di her rewşê de qezenca xwe diparêzin, lê karker her tim di zehmetiyê de ne û got, “Îxracat dakeve yan jî bilind be jî karker dojehê dijîn. Çareserî têkoşîneke yekgirtî ye. Karker divê li kargehan komîteyên xwe ava bikin û xwe birêxistin bikin.”
Kar sendîkayên din ên tekstîlê rexne kir û got ku ew berjewendiyên karkeran naparêzin.
BÎRTEK-SEN’ê bang li karkeran kir ku di bijê sîwanekê de bibin yek û li kargehan dest bi rêxistinbûnê bikin.